Birîndar girtin û sîxuriyê lê ferz kirin 2021-11-25 12:37:26     ÊLIH - Sîxurtî û lêgerîna tazî li Gulgeş Tatli ya bêyî ku birînên wê rehet bibin hatibû girtin tê ferzkirin. Di heman demê de hejmartina li ser piyan jî rojê 3 caran li Tatli ya bi tena serê xwe dimîne tê ferzkirin.   Di 26 'ê tîrmehê de li herêma Meydandere ya Colemêrgê şer derketibû û Gulgeş Tatli ya YJA-STAR'î di vî şêrî de birîndar ketibû destê leşkeran. Bêyî ku birînên wê rehet bibin Tatli piştî binçavkirina xwe ya 10 rojan hatibû girtin û şandibûn Girtîgeha Colemêrgê. Tatli ku di şer de ji milê xwe yê çepê, ji qorik û çavê xwe birîndar bûbû û bi vê rewşa xwe 3 caran sewqî girtîgehên cuda hat kirin. Li girtîgehên ku lê hatin veguhastin rastî êrîş û gefên gardiyan, leşker û wezîfedarên îstîxbaratê hat û gelek caran sîxurtî lê hat ferzkirin. Li gel ku di hucreya yek kesî de tê hiştin jî pirtûk, pênûs û name nadinê û tê gotin rojê 3 caran hejmartina li ser piyan lê tê ferzkirin.   REWŞA WÊ NE BAŞ E    Li ser pirsgirêkên ku keça wê li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê dimîne dayika Tatli Fatma Tatlı axivî û diyar kir ku wan vê hefteyê ji bo keça xwe ya ku telefonê wan nekiriye telefonî rêveberiya girtîgehê kirine û wiha got: "Rêveberiya girtîgehê got, 'Keça we naxwaze derkeve telefonê'. Ji ber ku me agahî jê negirt parêzer roja 22'ê mijdarê çûn serdana wê. Ji ber ku endamên îstîxbaratê timik diçin cem, keça min bi parêzeran bawer nebûye û bi wan re neaxiviye. Derneketina telefonê de jî derewek e. Li gorî ragihandina parêzeran rewşa wê ne baş e Ditirse ku derman diavêjin xwarina wê. Dixwaze timik razê. Ev çi hovîtiyek e. Bila tiştên tînin serê keça min bi dawî bibin. Di 23'ê mijdarê ez jî çûm girtîgehê û xwest bi keça xwe re hevdîtina girtî bikim lê rêveberiya girtîgehê bersiva 'keça te naxwaze te bibîne' da min. 3 hefte ne bi keça xwe re neaxivî me."   NAYÊ TEDAWÎKIRIN   Tatli, destnîşan kir ku rexmî hemû serlêdanên wê jî tedawiya keça we nayê kirin û têkildarî rewşa keça xwe ev agahî dan: "Dema ku hat girtin di mil û qorika wê de birîn hebûn. Di hucreyê de rexmî vê rewşa xwe jî hemû pêwistiyên xwe ew dibirsivîne û xwe tedawî dike. Ji Girtîgeha Colemêrgê şandin Girtîgeha Wanê. Rexmî ku ji qorika xwe birîndar bû jî bi saetan di wesayîta rîngê de destê wê kelemçekirî hatibû sekinandin û li ser birîna xwe hatibû rûniştandin. Keça min niha nikare milê xwe yê çepê bi kar bîne. Di çavê wî da kêmasîya dîtinê heye. Heke neyê dermankirin dibe ku xerabtir bibe. Ew birînên li qorika wê didomin."   LÊGERÎNA TAZÎ   Di berdewamê de Tatli, da zanîn ku piştî girtîgehên Colemêrg û Wanê keça wê anîne Girtîgeha Tîpa M a Êlihê ku bi qasî kîlometreyekî dûrê mala wê ye û wiha qala neheqiyên ku li keça wê hatine kirin kir: "Li Girtîgeha Êlihê lêgerîna tazî li keça min ferz dikin. Gardiyanên mêr timik bi ser hucreya keça min ku bi tena serê xwe lê ye de digirin. Tevî ku bi tena serê xwe ye jî jimartina li ser piyan lê tê ferzkirin. Dest didin amûrên wê yên taybvet. Pirtûkên wê birine û heta saeta wî jî dest danîne ser hemû tiştên wê. Dema ku wê birine bijîjk bêyî ku tedawî bikin wê anîne girtîgehê. Dema ku wê anîne girtîgehê hemû tiştên wê hatine dizîn. Bêyî ku biryarek hebe birina amûrên wê dizî ye. Ev dizî ye. Em dixwazin eşyayên wê lê vegerînin."   BINPÊKIRINA HIQÛQÊ    Tatli, diyar kir ku li Girtîgeha Êlihê gardiyan û endamên îstixbaratê gef li keça wê dixwin û wiha pêde çû: "Keça min ji me re vegot ku kesên ku ew wan nas nake lê xwe weke endamên îstixbaratê yên ji Colemêrgê hatine dane nasîn sîxurtiyê le ferz dikin û gef lê dixwin. Ev kes timik serdana keça min dikin. Ne pêkane ku agahiya rêveberiya girtîgehê ji vê tune be. Ev rewşeke li dijî hiqûqê ye. Rexmî ku qedexe ye jî endamên îstixbaratê diçin keça min dikin lêpirsînê û hewl didin jê agahî werbigirin.   BI XWIŞKA WÊ GEF LÊ XWARIN   Di dawiya axaftina xwe de Tatli, bi lêv kir ku tevî hemû êrîşan jî keça wê paşde gav neavêtiye û ev tişt gotin: "Ji roja ku hatiye girtin ve tı tişt nemaye ku anîne serê wê. Lê tu carî paşvd gav neavêtiye. Endamên îstîxbaratê yên sîxuriyê li ser ferz dikin, bi xwişka wê ya 14 salî gef lê xwarin. Jê re gotine, 'Em ê bi xwişka te re mijûl bibin. Kurekî min ê delal heye'. Keça min ji me re got, 'Xwişka min bi tena serê wê neşînin dibistanê. Ew dikarin her tiştî bikin'."