Ji 2 nûçegîhanên Rojnewsê agahî nayê girtin 2021-11-25 09:44:31 NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegîhanên Rojnewsê  Berhem Latîf û Bîrwa Eshed ku li Silêmaniyê çalakiya xwendekaran dişopandin agahî nayê girtin.    Çalakiyên xwendekarên zanîngehê yên li Herêma Kurdistanê berdewam dikin. Nûçegîhanên Rojnewsê Berhem Latîf û Bîrwa Eshed ku li Silêmaniyê çalakiya xwendekaran dişopandin ji saetên duh êvarê ve agahî nayê girtin. Li gorî agahiyên ku Rojnewsê spartiye şahidan, nûçegîhan ji aliyê asayîşê ve hatine binçavkirin. Lê tu rayedar piştrast nake ku nûçegîhan di bin çavan de ne.    Rojnewsê, ragihand ku ji bo agahî bidine saziyên navneteweyî serî li Navenda METRO û Şaxa Sendîkaya Rojnamegeran a Silêmaniyê.