ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2021'AN 2021-11-25 09:00:23 * Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz, diyar kir ku pêdiviya Tirkiyeyê bi "tifaqa gel" heye û got: "Divê em di bin banê platformekê de ku navê wê çi dibe bila bibe, bibin yek. Gel li benda vê vebijêrkê ye."  * Li Cizîrê dûxana ji cihê ku çop lê tên valakirin bilind dibe asîmanên navçeyê dinixumîne. Welatiyên ji ber bêhnê nikarin îdare bikin, dixwazin cihê çop lê tê valakirin bê guherandin. ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2021'AN   * Malbatên zarokên ku di temenekî biçûk de hatin girtin û cezayên giran li wan hatine birîn gotin: "Ew dewleta ku zarokên 14 salî digire û cezayê giran li wan dibire, dikare her tiştî jî bike."   * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 262'an de berdewam dike.    * Danişîna yekemîn a doza 52 xwendekarên Bogazîçiyê wê li 49’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)   * Danişîna şeşemîn a doza polis F.K. ku li Edenê Alî El Hemdan kuşt wê li 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Edenê bê dîtin. (11.00-17.00)   * Ji bo 25'ê Mijdarê wê ji aliyê jinan ve li gelek navendan meş bên li darxistin û daxuyanî bên dayîn. (12.00-20.00)   * Parêzerên Doza Kobanê, ji bo balê bikişînin ser tundiya ku li jinên di dosyayê de tên darizandin tê kirin wê li Şaxa OHD'ê ya Enqerê daxuyanî bidin. (12.00)   * Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin ku li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 10'an de berdewam dike. (13.00-16.00)