Li navçeya Ebexê mirina biguman a zarokekê 2021-11-24 16:45:49   WAN - Li navçeya Ebexê zaroka bi navê H.H. bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    Li gundê Navrî yê girêdayÎ navçeya Ebexa Wanê, keçika 16 salî ya bi navê H.H. bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. H.H. ya duh şev li mala ku lê dima bi çekê birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ebexê. H.H. ligel hemû hewldanan jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê H.H. ya ji bo kirariyên otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê, di saetên serê sibê de li gundê Navrî hat veşartin.    Hat hînbûn ku Serdozgeriya Komarê ya Ebexê têkildarî bûyerê lêpirsîn daye destpêkirin.