Farisogûllari: Girtina siyasetmedarên kurd çi bi vî welatî da qezençkirin? 2021-11-24 16:08:05   AMED - Mûsa Farisogûllari yê HDP’î di doza jê dihat darizandin de pirsa “Girtina siyasetmedarên kurd çi bi vî welatî da qezençkirin?” ji şandeya dadgehê kir.    Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Farisogûllari piştî ji “Doza Sereke ya KCK’ê” cezayê wî hat pejirandin, parlementeriya wî hatibû betalkirin û girtin. Danişîna 3’yemîn a doza bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” , “propagandaya rêxistinê kirin” , “ligel hişyariyê jî tevlî civîn û xwepêşandanên derveyî qanûnê bûyîn” , “Bi çalakî û xwepêşandanan sorkirina gel” derbarê Farîsogûllari de hatibû vekirin, li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Farisogûllari yê ji vê dozê negirtî tê darizandin û parêzerê wî li danişînê amade bûn. Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Berdevka Partiyê ya HDP’ê Ebrû Gunay û komeke zêde ya endamên partiyê ku di nav wan de parlamenter Dersim Dag, Îmam Taşçier û Remziye Tosûn jî hebûn, danişîn şopandin.    PARASTINA KURDÎ KIR   Farîsogûllari, di danişînê de parastina xwe ligel tercuman bi kurdî kir. Farisogûllari, di parastina xwe de diyar kir ku KCD platformeke demokratîk e û wiha got: “KCD’ê niqaşkirina pirsgirêkên welat û rêyên çareseriyê kir erka xwe. Demokrasî ji bo her kesî pêwistiyek e. KCD jî armanc dike ku hemû beşên civakê bi bawerî û ramana xwe di nav hawireke demokratîk de bijîn.” Farisogûllari, bi lêv kir ku serê sibê heta êvarî di televizyonan de pirsgirêka kurd tê niqaşkirin û wiha berdewam kir: “Heke behsa xwişk û biratiyê û wekheviyê tê kirin, em li welatekî dijî ev dijminatî ya çi ye? Hema bêje hemû şaredariyên qeyûm hatin tayînkirin, vîna gel hat xespkirin. Ez jî parlementerê gel im. Enîs Berberoglû yê CHP’î jî. Em her du hatin girtin. Lê parlementeriya min xistin ya wî hêj berdewam dike. Li vî welatî cot standardiyeke hiqûqî tê pêkanîn. Girtina min û ya siyasetmedarên kurd ên din çi bi vî welatî da qezençkirin? Pirsgirêka sereke ya vî welatî pirsgirêka kurd e. Banga me ewe ku di çarçoveya diyalog û hevkirinê pirsgirêk bên çareserkirin. Cihê vê jî Meclîs e. Ji ber van sedeman ez sûcdariyên li min tên kirin qebûl nakim û weke sûc nabînim. Ez bawer dikim ku dadgeh li gorî gotinên min dê bigihêje encamekê.”   Piştî parastinê, parêzerên Farisogûllari jî parastin kirin. Şandeya Dadgehê daxwazên parêzeran red kir û danişîn taloqî 9’ê Adara 2022’yê hat kirin.