Dikandarê Wanî ku ji Mûstafa Sarigul re got ‘Ev der Kurdistan e’ hat binçavkirin 2021-11-24 15:04:39   WAN - Dikandar Haci Tûnç ê di serdana Serokê Giştî yê TDP’ê Mûstafa Sarigul a Wanê de jê re got ‘Ev der Kurdistan e’ hat binçavkirin.    Serokê Giştî yê Partiya Guherîn a Tirkiyeyê (TDP) Mûstafa Sarigul, di çarçoveya hin serdanan de li Wanê bi dikandaran re hat gelhev. Sarigul û şandeya pê re danê sibehê bi nûnerên çapemeniya herêmî û neteweyî re hevdîtin kir û pişt re li navçeya Rêya Armûşê serdana esnafan kir. Dikandar Haci Tûnç ê di serdana Sarigul de axivî wiha got: “Ziman çiqas zêde bin, bextewarî jî ewqas zêde ye. Çanda Rojhilat gelek cuda ye. Em Rojhilat ji bîr nekin. Hevalekî me li Sêrtê got ‘Ev der Kurdistan e’. Beriya hezar, 2 hezar salan ev der Kurdistan bû. Niha jî Kurdistan e. Îtîraz nekin. Yê ku em afirandiye Xweda ye. Xwuda kurdî, tirkî û îngilîzî jî dizane.”     Piştî axaftina dikandar Tûnç, Sarigul jî wiha got: “Li ser axa Komara Tirkiyeyê her kes bi azadî qala nîjada xwe, ramana xwe dike. Em ê bi hemû welatiyên xwe yên dibêjin yekitiya sînor û alê, bi mil bi mil bin. Rojnamevan Fatma Polatcan axaftina di navbera Sarigul û Tûnç ê li Bazara Gel a Mezin dikandariyê dike de derbas bû kişand.    AGAHÎ NAYÊ DAYÎN   Li gorî agahiyên ku ajansa me bi dest xistin, piştî Sarigul ji bazarê veqetiya, polîsan bi ser cihê kar ê Tûnç de girtin û ew binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Wanê. Parêzerê Tûnç diyar kir tu agahî ji wan re nehatiye dayîn ku Tûnç ji ber çi hatiye binçavkirin.