Dayikên Şemiyê: Ev doz betal û bêbandor e 2021-11-24 13:36:38   STENBOL – Dayikê Şemiyê yên ji ber ku ji çalakiya 700’emîn tên darizandin îro carek din derketin pêşberî dadgehê û destnîşankirin ku doz bêbandor e.   Dayikên Şemiyê di 25’ê Tebaxa 2018’an de li Meydana Galatasarayê ya Taksîmê xwestin çalakiya 700’emîn li dar bixin. Polîsan mudaxileyî dayikan kir gelek ji wan hatin binçavkirin. Derbarê 46 mirovên Şemiyê de doz hatibû vekirin. Rûniştina 3’yemîn a doza dayikan li 21’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Çaglayana Stenbolê tê lidarxistin. Beriya danişînê daxuyanî li ber edliyeyê hat dayîn. Gelek siyasetmedar û parêzvanên mafê mirovan beşdarî dauyaniyê bûn.    ‘EV DOZ JI BO ME BETAL E’    Nûnerê TÎHV'ê Ûmît Efe di destpêkê de daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ev darizandin cezayê li Dayikên Şemiyê û gelan tê dayîn û got: "Ji ber ku em li dijî pêkanînên hiqûqî ne, em îro li vir in. Dayikên Şemiyê 26 sal in nûnertiya gelek nirx û mafan dikin. Ev êriş êrişa li dijî maf û azadiyên ku Dayikên Şemiyê sembolîze dikin. Ev êrişa li dijî aştiyê û azadiya ramanê ye. Em êrişa li dijî Dayikên Şemiyê şermezar dikin. Tevî ku ji bo lêgerîna windayan û pirsîna aqûbeta wan ti hewldan nehatiye kirin. Divê ev doz were betalkirin. Ev doz ji bo me betal e. Ji ber ku sûcekî bi vî rengî tune ye, tê xwestin ku mafên mirovan û têkoşîna maf û azadiyan bê bêdengkirin.”   ‘LI ŞÛNA KUJERAN, DAYIKÊN ŞEMIYÊ TÊN DARIZANDIN’   Xwişka Hasan Ocak ê di binçavan de hat qetilkirin Masîde Ocak jî edliyeyê nîşan da û pirsa “Baş e wê kî were darizandin?” kir û got: “Li şûna kujeran malbat û xizmên windayan tên darizandin. Ev nayê qebûlkirin. Em li kuçe û kolanan bûn û em ê her li meydan û kolanan bin. Em îro dîsa qîr dikin û bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin. Em ê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê û Meydana Galatasarayê bin.”    Piştî daxuyaniyê Dayik û Mirovên Şemiyê derbasî avahiyê bûn û çûn eywana danişînê.