Çalakiya xwendekarên Herêma Kurdistanê di roja 4'an de ye 2021-11-24 13:29:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Kurdistanê, çalakiyên xwendekaran ku ji ber şertên perwerdeyê û sînordarkirina mafan dest pê kiribûn, di roja 4'an de berdewam dikin.    Li bajarên mîna Hewlêr, Duhok, Silêmanî, Helebçe, Kelar, Kifrî, Koye û Raperîn ên Herêma Kurdistanê, xwendekarên zanîngehên, ji ber ku ji sala 2014'an ve bûrsên wan nayên dayîn, şertên wan ên kampûs û wargehê û sînordarkirinên mafan çalakiyan li dar dixin. Rexmî astengkirin û mudaxaleyên asayîşê jî 4 roj in li qada ne û çalakî li dar dixin. Xwendekar, bi biryar in ku heta mafên xwe bi dest bixin çalakiyên xwe bidomînin.    Heta niha gelek xwendekar hatine binçavkirin û gelek xwendekar jî di êrişên asayîşê de birîndar bûne.     Di saetên serê sibehê de bi sedan xwendekarên ku li Silêmaniyê li hev kom bûn ber bi walîtiyê ve meşiyan.