Nûçegihanê me Acar hat berdan 2021-11-24 12:08:03   MELETÎ - Nûçegihanê me Emrûllah Acar, bi şertê kontrola edlî hat berdan.    Nûçegihanê me Emrûllah Acar ku di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” di 19’ê Mijdarê de li Rihayê hatibû binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve bi şertê kontrola edlî hat berdan. Hîvda Sarilmaz a li Çewlikê hatibû binçavkirin û biribûn Meletiyê jî piştî kirariyên edliyeyê bi şertê kontrola edlî hat berdan.    'MIN NIKARÎ KARÊ XWE BIKIM'   Acar ê piştî 6 rojan hat berdan wiha axivî: "Ji ber xebatên xwe yên rojnamevantiyê 6 roj in di bin çavande bûm. Sûcê ku îdia kirin min kiriye hevdîtina min a telefonê ya bi çavkaniyekî min re bû. Em rojnamevan in, di mehekê de bi sedan kesan re bi telefonê diaxivin. Kesekî ku hatiye binçavkirin heye û ev kes jî îdia dike ku qeyda hevdîtina me a telefonê bi wî re heye. Ji ber vê yekê 6 roj in min nikarî karê xwe bikim."   'ÊZ Ê KARÊ XWE BIDOMÎNIM'   Acar, diyar kir ku bi şertê ku mehê carekê îmze biavêje hatiye berdan û wiha got: "Em di mehekê de bi hezaran kesan re dikevin têkiliyê. Bêyî ku em li nasnameya mirovan binêrin em nûçeyên wan çêdikin. Ji îro û pê ve jî kî bibe bila bibe bêyî ku em nasnameya wan binêrin, em ê gef, zext û neheqiyên li wan tên kirin bikin nûçe. Ez ê bêyî ku navber bidim, karê xwe bidomînim. Her çiqas ez bi şertê kontrola edlî hatibim berdan jî ez ê li Ajansan Mezopotamyayê (MA) karê xwe bidomînim. Ez spasiya kesên ku piştevaniya min kirin û parêzeran dikim."