Demîrtaş banga mitîngan li muxalefetê kir 2021-11-24 10:53:53 ENQERE - Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, bang li muxalefetê kir ku daxuyaniyeke hevpar bide û li her heft herêman mitîngên hevpar li dar bixe.    Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, derbarê bilindbûna dovîzê de bang li muxalefetê kir. Demîrtaş, têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê twîtterê ev parvekirin kir: "Qet nebe serokên giştî yên partiyên muxalefetê yên li meclisê, bi civîneke hevpar banga îstifayê li hikûmetê bikin û li her heft herêman mitîngên hevpar li dar bixin, li pêşiya daxwaza wan a pêre hilbijartin astengiyeke heye? Îro nebe kîngê?"