‘Bila ATK bên girtin' 2021-11-24 09:03:54   ENQERE - Parlementerê HDP'ê yê Agiriyê Abdûllah Koç, bal kişand ser helwestên ATK'yan ên li hemberî girtiyan û got: "Ji bo dmeokratkbûna Tirkiyeyê divê pêşî ji ATK'ê bê destpêkirin."    Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di girtîgehan de 604 jê giran zêdetir hezar û 600 girtiyên nexweş hene. Saziya Tiba Edlî (ATK) jî raporên "nikare di girtîgehê de bimîne" yên nexweşxaneyan ji nedîtî ve tê û mafên jiyanê yên girtiyan binpê dike.   Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Agiriyê Abdûllah Koç ku rewşa girtiyên nexweş xist rojea Meclîsê got: "Li girtîgehan gelek girtî gava tên ber mirinê tên berdan. Li Tirkiyeyê bêhiqûqîtiyeke gelekî mezin heye."    Koç, bibîr xist ku daraz raporên nexweşxaneyan esas nagire û got: "Têkildarî ATK'ê problem hene. Nexweşxane dibêjin 'nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne.' Lê mixabin tevahiya pergala darazê biryarên ATK'ê ya 'dikare di girtîgehê de bimîne' esas digire û biryara xwe li gor wê dide."    NE TEDAWÎ ÎŞKENCE   Koç, destnîşan kir ku tedawîkirina girtiyan jî veguheriye îşkenceyê û got: "Gava girtî sewqî nexweşxaneyê tên kirin, çendî rewşa wan giran e jî piştî nexweşxaneyê 14 rojan di karantînayê de tên hiştin û li wir tên etcrîdkirin Girtiyên nexweş sirf ji bo di karantînayê de nemînin naçin nexweşxaneyê. Girtiyên nexweş ji bo bi tecrîdê re rû bi rû nemîne, naxwaze biçe ser bijîşk. Girtiyekî/e nexweşîna dil pê re hebe nikare bi tena serê xwe bimîne. Gava diçe nexweşxaneyê û tê, di karantînayê de dimîne. Hevalekî/e wî/ê tune ye ku mudaxile bike. Bi prisgirêkine pir mezin re rû bi rû dimînin."    DIVÊ JI ATK'Ê BÊ DESTPÊKIRIN   Koç, destnîşan kir ku ATK veguheriye aparateke îqtidarê û tu tişt ji bêalîbûn ûs erbixwebûna xwe nehiştiye û biryarên xwe li gor armanca îqtidara siyasî dide. Koç got: "Demildest divê ATK bên girtin."   Koç, bibîr xist ku ji bo girtina ATK'ê pêşniyaznameyek daye û got: "ATK saziyeke pêzaniyê ye, lê tu tişt ji bêaşîbûna xwe û serbixwebûna xwe nehiştiye. AYsel Tûglûk, hevseorka me ya berê bû. Şaxeke ATK'ê ji bo Tûglûkê got nikare di girtîgehê de bimîne. Lê ATK'a Stenbolê got, 'dikare di girtîgehê de bimîne. Daraz jî xwe disipêre vê. Daraz ji xeynî biryarên ATK'ê guh nade raporên din ên zanistî. ATK, ji bo ku gelek girtiyên siyasî di girtîgehêd e bihêle bûye aparatek di nav lepên îqtidara siyasî de."    Koç got: "Girtiyên nexweş nikarin bimeşin. Dest û pêyên wan nagirin, çavên wan nabînin. Nexweşxaneyên cemaweriyê bi zanistî tevdigerin, dibêjin nikarin di girtîgehê de bimînin. Lê ATK, raporên xwe li gor AKP û MHP'ê çêdike. Ev siyasî ye, hiqûqa dijminatiyê ye. Heger li Tirkiyeyê atmosfereke demokrasiyê bê çêkirin, divê pêşî ji ATK'ê bê destpêkirin. Demildest divê ATK bên girtin."    REWŞA WAN GIRAN DIBE   Koç, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku demildest divê hemû girtiyên nexweş bên berdan û got: "Mafên wan ên jiyanê tên binpêkirin. Her diçe rewşa wan giranti dibe. Ji bo vê bang li her kesî dikim ku di warê hiqûqî de bitêkoşin."