Ji ber govendgerandinê cezayê dîsîplînê li girtiyan birîn 2021-11-24 09:02:27   STENBOL - Li Girtîgeha Sîlîvriyê bi hinceta govendgerandinê cezayê hevdîtinê li 61 girtiyan hatiye birîn û bi mirinê gef li girtî Şiyar Yildirim hatiye xwarin.    Li Girtîgeha Jimare 5 a Tîpa L'yê ya Kampusa Girtîgeha Sîlîvriyê, di 8'ê Cotmehê de cendirme û gardiyanan bi hev re avêtibûn ser qawîşan û nêzî 150 girtî sewqî girtîgehên jimare 2, 3 û 7'an ên Tîpa L'yê kiribûn. Di dema sewqkirinê de amûrên girtiyan hatibûn desteserkirin û girtî hatibûnd erbkirin û heqaret li wan hatibû kirin.    CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ   Li Sîlîvriyê piştî sewqkirina girtiyan binpêkirinên mafan didomin. 61 girtiyên ku sewqî Girtîgeha Sîlîvrî ya Jimare 7'an hatin kirin bi hinceta govend gerandine derbarê wan de lêpirsîn hatiye vekirin. Di çarçoveya lêpirsînê de jî cezayê "mehekê qedexekirina şandina nameyan, hevdîtina bi rêya telefonê û hevdîtina bi malbatê re" hatiye birîn.    ‘MA GOVENDGERANDIN SÛC E?'   Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Gurkan Îsteklî, hevdîtin bi muwekîlên xwe re kirin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Îsteklî bertek nîşanî cezayê dîsîplînê yê ku li girtiyan hatiye birîn da û got: "Ma govendgerandin sûc e?"    MIDÛR BI MIRINÊ GEF XWARIYE   Îsteklî ragihand ku li Girtîgeha Jimare 7'an ji ber govendgerandinê cezayê dîsîplînê li muwejîlê wî Şiyar Yildirim hatiye birîn û Yildirim ji ber vê hevdîtin bi midûrê girtîgehê re kiriye. ÎSteklî, da zanîn ku midûrê girtîgehê di hevdîtinê de bi mirinê gef li muwekîlê wî Yildirim xwariye û got: "Di dema hevdîtinê de midûrê girtîgehê bi mirinê gef li Şiyar Yildirim xwariye û jê re gotiye, 'Şaş fêm neke lê ez 25 sal in vî karî dikim. Tenê îmzeyek e, ket û winda bû.'"    ‘DIVÊ LÊPIRSÎN BÊ DESTPÊKIRIN'   Îsteklî, destnîşan kir ku demildest divê ev midûr ji peywirê bê girtin û got: "Midûr hê jî li ser kar e. Ev cihê xetereyên mezin e. Divê derbarê wî de lêpirsîn bê destpêkirin. Her wiha ev yek di heman demê de lixwemikurhatinek e. Ev midûr 25 sal in vî karî dike û bi rihetî wis atevdigere. Nexwe li kîjan girtîgehan xebitîbe divê bê lêkolînkirin. Divê bê lêkolînkirin li cihên ku lê xebitiye îşkence hebûye yan jî mirin çêbûye yan na. Heger 25 sal bin, nexwe ji 97-98'an ve vî karî dike. Gelo tiliya vî midûrî di operasyonên 'Vegere Jiyanê' de heye yan na?"   ‘PERÇEYEKE QIRKIRINÊ'   Îsteklî bibîr xist ku girtî Soydan Akay mehek berê di dema sewqkirina nexweşxaneyê de bi êrişê re rû bi rû maye û êrişên bi vî rengî zêde bûne. ÎSteklî got: "Ev êriş, girêdayî atmosfera siyasî ya derve ye. Li hemberî gelê kurd şerekî qirkirinê heye. Hêleke vî şerî jî girtîgeh in. Li derve jî êrişên faşîst bi destên kesên wekî van midûran tê kirin. Lê em zarokên vî gelî, parêzer, em ê tu carî muwekîlên xwe bi tenê nehêlin. Em ê heya dawiyê li dijî van bêhiqûqîtiyan bitêkoşin."    MA / Mehmet Aslan