Îlham Ehmed bi Lavrov re hevdîtin kir 2021-11-24 08:59:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Komîteya Rêveberiya MSD’ê Îlham Ehmed, bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtin kir.    Seroka Komîteya Rêveberiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Nûnerê Taybet yê Serokatiya Dewletê yê Rûsyayê Mikhaîll Bogdanov re hevdîtin kir. Li gorî daxuyaniya ku Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê daye Rusia Todayê (RT) di hevdîtinê de geşedanên li Sûriyeyê û girîngiya vedîtina çareseriyeke li Sûriyeyê ya di çarçoveya biryara hejmara 2254 a Neteweyên Yekbûyî hatin axaftin.     Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Me ragihand ku Rûsya amade ye hemû berpirsyariya çareseriya aloziya Sûriyeyê hilgire ser milê xwe. Me careke din nêrîna xwe dubare kir ku divê di zûtirîn demê de yekparçebûna xaka Sûriyeyê were misogerkirin.”