Malbata Şenyaşar: Heta hesap neyê pirsîn wê kes neyê ‘helalkirin’ 2021-11-23 12:23:04   RIHA - Malbata Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê didomîne ev peyam parve kir: “Heta ku ji kesên ji dewletê hêzê digirin û êrişên terorî dikin hesap neyê pirsîn, wê kes neyê ‘helalkirin’.”    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 260’emîn de berdewam dike. Malbatê li cihê ku weke “Quncê Edaletê yê Malbata Şenyaşar” tê binavkirin, çalakiya xwe da destpêkirin.    ‘KESÊN BÊDENG DIMÎNIN MEHKUMÎ WINDAKIRINÊ NE’   Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Heta ku ji kesên ji dewletê hêzê digirin û êrişên terorî dikin hesap neyê pirsîn, wê kes neyê ‘helalkirin’. Her kesê ku li Meclîsê li hemberî vê yekê bêdeng dimînin, mehkumî windakirinê ne. Li deriyê Edliyeya Rihayê roja 260’emîn.”   ‘EV ŞERMA HEMÛ TIRKIYEYÊ’   Ferît Şenyaşar ê di vîdeoya hatiye parvekirin de axivî, wiha got: “Dayikek 9 meh in li pêş edliyeyê ji bo hevjîn û zarokên xwe yên hatine qetilkirin edaletê dixwaze. Bi biryareke siyasî kurekî wê jî 3 sal û nîvin girtî ye. Ev êdî ne bûyereke tekane ye. Di rojeva Tirkiyeyê de ye, di rojeva Meclîsê de ye. Em dixwazin ku demildest edalet pêk were. Ev şerma hemû Tirkiyeyê ye. Divê ev bê edaletê demildest bi dawî bibe.”