Gardiyanan li Girtîgeha Akçadagê girtî tazî kirin û li wan dan 2021-11-23 12:10:01     SEMSÛR - Hat diyarkirin ku girtiyên li Girtîgeha Akçadagê ya Tîpa T bi lêgerîna tazî û lêdanê re rûbirû hatine hiştin û wan avêtine odeyên singêr û gardiyanan gef li wan xwarine.    Li Girtîgeha Akçadaga Meletiyê ya Tîpa T, binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan zêde bûne. Ji girtiyan Selahattîn Korkmaz, Candaş Bozkurt û girtiyê bi nexweşiya giran Îslam Îverendi bi rêya malbat û parêzerên xwe serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Semsûrê dan û daxwaza alîkariya hiqûqî kirin.   ODEYA BI SINGÊR    Yek ji girtiyan Candaş Bozkurt di serlêdana xwe ya li komeleyê de diyar kir ku dema çûne cem doktor rastî lêgerîna tazî darê zorê û heqaretê hatine û got: "Nêvînan ango yataxan bi awayekî ku qawîşê teng bike rêz kirine. Em nikarin bi rehetî tevger bikin. Dema em yataxan rast dikin, tên li me didin  û dikin mîna xwe. Dixwazin em bişkokên xwe girêbidin û li benda leşkeriyê bisekinin, gefa kuştinê li me dixwin, dema ku em tiştên ku ji me re tê gotin nekin, davêjin odeyeke tarî ku bi tevayî bi singêran hatiye pêçan. Dema cezayê odeyê didin, li dosyeya cezayê înfazê bar dikin û halê baş tê şewitandin.”    GARDIYANAN GOTIYE ‘DEWLET EM IN’    Bozkurt anî ziman ku ji bilî lîstina fûtbolê hefteyê 40 deqeyan pê ve tu çalakiyên civakî nayên lîstin û dema ew bi topê dileyizin girtiyên ji sûcên edlî kevir û dar diavêjin wan. Bozkurt diyar kir ku rêveberiya girtîgehê bi ti awayî bi wan re pêwendî daneniye û hemû têkilî bi rêya "gardiyanên nîjadperest" pêk tên. Bozkurt anî ziman ku gardiyanan gotine, ‘Ev der girtîgeheke leşkerî ye, em dewlet in, li cihekî din nenêrin, hûn ê çongan bitewînin. Hûn ê dîsîplîna leşkerî pêk bînin’. Bi van gotinan gefan li me dixwin.”    TAZÎ KIRIN E   Yek ji girtiyên bi navê Selahattîn Korkmaz ê di 5'ê sibata îsal de li Semsûrê hatibû binçavkirin û girtin, 10 sal cezayê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê” lê hat birîn û cezayê wî bi lez û bez di nava 20 rojan de li Dadgeha Îstînafê hat erêkirin. Piştî biryarê ji Girtîgeha Hîlvanê birin Girtîgeha Akçadagê. Korkmaz jî di nameya xwe de wiha got: "Ez li dijî lêgerîna tazî ya li ber deriyê girtîgehê derketim. Lê wan li min xist û tazî kirin. Gotin 'Em li vir dewlet in, hûnê her tiştê ku em bêjin hûn ê bikin, nexwe em ê rehet bernedin. Ev zindanek leşkerî ye, em fermandarê te ne. Tu yê li ber me serê xwe bitewîne’.”    'NASNAMEYÊN ŞIKANDINA RÛMETÊ’    Korkmaz diyar kir ku ji ber lêgerîna tazî nexwestin ji girtîgehê biçin nexweşxaneyê û wiha got: “Nasnameyên mîna nasnameyên êrişkar ên ji bo sûcdarên taybet ên li girtîgeha Amerîkayê hatine amadekirin, bo me jî hatine amadekirin û dixwazin em van nasnameyan bikar bînin û her carê nîşanî wan bidin."   LI GIRTIYÊN NEXWEŞ DAN    Girtiyê bi nexweşiya giran Îslam Îverendî ku kezeba wî neql bû jî diyar kir ku di warê peydakirina pêdiviyên xwe de pirsgirêkên wî yên giran hene û ji ber pirsgirêkên tenduristiyê li girtîgehê neguncav e û piştî serlêdanê ew rakirin nexweşxaneyê. Îverendî got ji bo raporê pêşkêşî rêveberiyê kir û hin destek hatin çêkirin. Îverendi diyar kir ku ji ber ku piştî ji nexweşxaneyê vegeriye lêgerîna tazî red kiriye rastî lêdan û heqaretan hatiye.   ‘ÇÛNA NEXWEŞXANEYÊ RED DIKE’    Îverendî wiha got: "Ji ber ku hem di dema lêgerîna tazî hem jî di çûna cem doktor de axaftinên dijmirovahî li ser rûmeta me tên kirin, min jî ji bo dermankirin û rapora dawî ya çûna cem doktor red kir. Fermana leşkerî didin me û sepanên leşkeriyê li ser me ferz dikin.”    MA / Mujdat Can