ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2021'Ê 2021-11-23 09:00:15 * Jinên bi teştên hevîr û tenekeyên rûn ên vala çalakiyê li dar dixin û balê dikişînin ser krîza aborî, anîn ziman ku sedema hilweşîna aboriyê polîtîkayên şer ên AKP-MHP'ê ne.  * Rêvebirê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê Bahadîn Robar, bal kişand ser astengiyên li ber ziman û çanda kurdî û got: "Divê em ji her wextî bêtir xwedî li zimanê xwe derkevin."    * Endamê Dîplomasiya RJAK'ê Necbîr Efrîn diyar kir ku li herêmê piştî bikaranîna çekên kîmyewî hejmara kesên serî li nexweşxaneyan didin pir zêde bûye û got: "Li herêmê gelek nexweşiyên cur bi cur peyda bûne û zêde dibin. Ev nexweşiyên ku rû didin û rewşa heyî bi tu awayî bi raya giştî re nayên parvekirin."    * Zimanzan Samî Tan bal kişand ser zabitnameyên Meclîsê ku di wan de kurdî wekî "X" tê tomarkirin û bertek nîşan da. Tan, destnîşan kir ku înkarkirin bi ferzkirina sonda tirkî ya li parlementerên kurd ên bi dengê bi milyonan kurdî hatine hilbijartinê dest pê kiriye.    * Li Amedê malbatên ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayên wan qediyane û nayên berdan "Nobeda Edaletê" dan destpêkirin, destnîşan kirin ku "heya ev bêedaletî bi dawî nebe" dê çalakiya wan bidome.    * Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Hatîce Onaran, destnîşan kir ku girtiyên jin bi pêkanînên derî mirovahiyê re rû bi rû dimînin û got: "Li dijî pêkanînên dijminane têdikoşin. A dikeve ser milê me jî, em wan bi tenê nehêlin."   * Li Girtîgeha Sîlîvriyê li 60 girtiyên ku ferzkirina nasnameya girtîgehê qebûl nakin û ji ber vê meheke hevdîtinê red dikin, ceza hat birîn.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 260’emîn de berdewam dike.    * Danişîna doza polîs Selahattîn Korkmaz ê tê darizandin ku di sala 2013’an de bi wesayîta zirxî li Şahîn Oner da û ew kuşt dê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were dîtin. (10.00)   * Komîsyona Parêzerên Stajyer ên Xwendekar a Şaxa OHD’a Stenbolê wê bi serenavê “Li bajarên kurdan zarok bi şer, bermahiyên şer û zarokên ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin û birîndarkirin” wê bi awayekî online panelekê li dar bixin. (10.00)   * Danişîna doza 22 rojnamegerên ku tên darizandin dê li 5’emîn Dadgeha Cezaya Asliye ya Stenbolê ya li Çaglayanê pêk bê. (10.00)    * Danişîna 23’yemîn a “Doza Çapemeniyê ya KCK’ê” wê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk were. (10.10)   * Wê HDP li Meclîsê komcivîna xwe li dar bixe. (12.45)   * Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin a li Baroya Amedê di roja 7’emîn de berdewam dike. (13.00-16.00)   * Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de wê li gelek navendan daxuyanî bên dayîn. (12.00-19.00)