Li Şirnexê 5 kesên din jî hatin girtin 2021-11-22 23:43:50   ŞIRNEX - Li Şirnexê ji 35 kesên hatibûn binçavkirin 5 kesên din jî hatin girtin.   Li Şirnexê di 17'ê Mijdarê de 35 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 7 kes piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê Fahrettîn Adigûzel, Azîz Bagdur, Muaz Îke, Îbrahîm Çavlak, Omer Kayar, Lokman Caner û  Faysal Acar bi îdiaya "di warê darayî de alîkariya rêxistinê" kirine bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dadgehê derbarê Adigûzel, Bagdur, Îke, Çavlak û Kayar de biryara girtinê da û  Caner û Acar jî bi şertê kontrola edlî serbest berda.    Kesên ku hatin girtin şandin Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T'yê. Tê payîn ku kesên di binçavan de jî dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin.   Ji kesên hatine binçavkirin heya niha 8 kes hatine girtin û 4 kes jî hatine berdan.