Rojnamevan Acar 4 roj in di bin çavan de ye: Dixwazin tolê hilînin 2021-11-22 16:47:51   RIHA - Parêzerê rojnamevan Emrûllah Acar ê 4 roj in li Meletiyê di bin çavan de ye, Alî Arslan, diyar kir ku ji ber nûçeyên Acar çêkirine difikirin ku miduriyeta polîsan hewl dide tolê jê hilîne.    Nûçegihanê me Emrûllah Acar ê di sibeya 19’ê Mijdarê de li Rihayê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin, 4 roj in li Miduriyeta Polîsan a Meletiyê tê ragirtin. Îfadeya Acar a li miduriyeta polîsan 4 roj in nayê wergirtin. Yek ji parêzerê Acar, Alî Arslan bi lêv kir ku di hevdîtina bi muwekîlê xwe de hîn bûn ku polîsan hevdîtineke li dijî hiqûqê bi muwekîlê wî re kirine û wiha got: “Di vê hevdîtinê de em hîn bû  ku polîsan sîxurî ferz kirine û ji ber vê yekê pirsa kesê bi navê B.O. ku li Şaxa ÎHD’ê ya Meletiyê daxuyaniya çapemeniyê daye, jê kirine. Em di wê baweriyê de ne ku polîs hewl didin tolê ji muwekîlê me hildin ji ber ku karê nehiqûqî yê polîsên Meletiyê û ferzkirina sixûriyê  kirine nûçe. Ji ber vê yekê em difikirin ku pêvajoya binçavkirinê weke navgîneke cezakirinê bi kar tînin.”