Nobeta Edaletê di roja 7’emîn de ye: Divê herkes dengê berxwedanê bilind bike 2021-11-22 16:09:02   AMED - Endamên KÎD’ê ku serdana xizmên girtiyan ên ‘Nobeta Edaletê’ digirin, kirin û wiha gotin: “Divê herkes dengê berxwedana li vir bilind bike.”   Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş, bi armanca ku balê bikişînên ser rewşa girtiyên xwe û şewitandina înfaza girtiyan li Baroya Amedê dabûn destpêkirin, di roja 7’emîn de berdewam dike. Hejmara malbatên girtiyên ên tevlî çalakiyê bûn zêde bûn. Îro jî xwişka Yahya Fîdan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan Amedê dimîne, Yasemîn Kaya û dayika Mehmet Yildirim ê li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê dimîne, Hazal Yildirim tevlî çalakiya nobetê bûn.    Serdanên çalakiya nobetê ya malbatan jî didomin. Îro endamên Kongreya Îslamê ya Demokratîk (KÎD) serdana malbatan kirin.    ‘YA GIRÎNG EWE KU MIROV TIŞTEKÊ BIKE’   Endamê KÎD’ê Abdûlbarî Tiryakî di serdanê de axivî. Tiryakî, diyar kir ku çalakiya ku malbatên girtiyan daye destpêkirin silav dikin û wiha got: “Rayedar dengê girtiyan ji nabihîzin û nabihîzin jî. Ya girîng ewe ku mirov li derve tiştekê bike. Di vî warî de çalakiya we di cih de ye. Divê herkes dengê berxwedana li vir bilind bike.”