Paylan ji Soylu re got: Tu Derewan û provokasyonê dikî 2021-11-22 14:37:12   ANKARA - Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan bertek nîşanî Suleyman Soylu da û got: "Hûn derewan dikin, îftîrayan li me dikin, provokasyonê dikî. Tu belaya herî mezin a serê vî welatî yî.”    Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ku di Komîsyona Plan û Budçeyê ya Navendî nirxandin dikir de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir hedefa xwe. Soylu îdia kir ku beriya niha jî gelek caran gotibû ew ê PKK’yê biqedînin. Soylu di axaftina xwe ya sala borî de jî diyar kiribû ku hejmara PKK’yiyan ku beşdar bûne 52 kes in û li welêt 320 PKK’yî mane û îdia kiribû ku îsal 48 kes tevlî PKK’ê bûne û hejmara endamên PKK’ê daketiye 180 kesî.    GARO PAYLAN: SOYLU DEREWKAR E    Soylu wan malbatên ku birine ber Rêxistina HDP'ê ya Amedê bi bîr xist û li ser vê yekê HDP’ê kir hedefa xwe. Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan bertek nîşanî Soylu da û wiha bersiva wî da: “Tu derewan dikî, îftîrayan li me dikî, provokasyonê dikî. Tu belaya herî mezin a li serê vî welatî yî. Em dikarin bibêjin ku hûn elemenan ji AKP'ê dişînin DAIŞ'ê?” Parlamenterên din jî bertek nîşan dan û gotin: “Hesabê DAIŞ’ê bidin.” Paylan ê ku xwest biaxive, ji aliyê Serokê Komîsyona Meclîsê Cevdet Yilmaz ve hat astengkirin. Yilmaz ê ku li gorî erka xwe bêalîbûna xwe neparast, anî ziman ku pişt re wê mafê axaftinê bide Paylan.