Aldar Xelîl: Tişta esas berxwedana me ye 2021-11-22 13:50:05   QAMIŞLO - Endamê Komîteya Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl, diyar kir ku li Sûriyeyê dewlet destkeftiyên wan esas digirin û ev tişt got: "Ji bo ku xwe ji qrîza têde ye xelas bike Tirkiye li pey dagirkirineke nû ye. Ji bo me tişta esas berxwedana me ye."   Endamê Komîteya Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl, li ser gefên Tirkiyê, salnameyên siyasî yên nû yên Amerîka û Rûsyayê, danûstandinên di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de û xebatên yekitiyê bi ENKS'ê re ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Xelîl, diyar kir ku Tirkiye êriş bike jî neke jî di nav şerekî de ne û wiha got: "Rojane gund û bajarên me tên bombebarankirin. Gefên dawîn ji bo bilindkirina asta şer e. Li dijî van êrişan pergala ku ji aliyê gelan ve hatiye avakirin li ser piyê xwe ye û weke navnîşana çareseriyê disekine. Beriya sed saliya Lozanê dixwazin biserkevin. Ji ber vê bi planên Osmaniyan tevdigerin."     ÇIMA ŞAM?   Di berdewamê de jî Xelîl ev nirxandin kirin:   "Em xwe nexapînin dewletên mezin destkeftiyan esas digirin. Di navbera û Amerîka de dibe ku hin têkiliyên demkî hebin. Lê hesabên wan hene. Me ji bo azadiya xwe dest bi têdikoşînê kir. Rojeva Amerîka û Rûsyayê ji hev cuda ne. Em ne bi çavê wan bi çavên xwe li şer dinêrin. Lê ew rastiyê baş dizanin. Dizanin ku pergala herî bi rêxistinkirî ya me ye. Lê derdê wan ji bo welatê wan e. Ji bo me tişta esas berxwedana me ye. Em dixwazin Sûriyeyek demokratîk ava bikin û di serî de kurd gelên din bi awayekî azad bijîn. Em ê vê rewşê neçin li cihekî din nabêjin û ji Sûriyeyê daxwaz bikin. Navnîşan Şam e. Lê heke ji bo çareseriyê gavekê bavêjin wê Tirkiyeyê li dijî xwe bibînin. Türkiye destûr nade ji bo çareseriyê gav bavêje. Tirkiye heta niha rewşa li Başûr jî qebûl nake. Lê divê Rejîm vê bizanibe; çareserî bi Tirkiyeyê re nîne. Çareserî bi kesên xwedî projeya demokratîk re ye. Niha ev li qadê ne û ji ber vê navnîşan Şam e.   HEVDÎTINÊN BI REJIMÊ RE    Cenevre li ber çavan e. Hêzên li ser mesê heta îro li ser hevokekî jî li hev nekirine. Sedema ne lihevkirinê jî alîgiriya Tirkiyeyê ye. Tirkiye çareseriyê naxwaze. Feraseta rejîmê jî diyar e. Lewre heta niha pêvajoyeke ku mese bi rejîmê re hatibe danîn û xal bi xal nîqaş hatibin kirin tune ye. Tenê m peyaman didine hev. Em nêrinên xwe ji hev re radigihînin. Bi taybetî bi navbeynkariya Rûsyayê em dixwazin hin tiştan çareser bikin. Rejîm êdî ferq dike ku qels bûye. Ji bilî Rêveberiya Xweser ne yekparebûna Sûriyeyê û ne jî çareserî bi pêş dikeve. Lê hê vîna çareseriyê jî tune ye. Pirsgirêkeke bi dehan salan didome bi peyaman nayê çareserkirin. Ev pirsgirêkek dîrokî ye. Bêguman çareserî wê dem bigire. Em hê neketine hûrguliyan. Em niha tenê bi giştî dinirxînin. Em ji Rejîmê dipirsin ku hûn ji bo çareseriyê amade ne ku bi Rêveberiya Xweser re li ser mesê runin?; ji Rêveberiya Xweser jî dipirsin ku hûn ji bo çareseriyê amade ne ku ji bo yekparebûna Sûriyeyê li ser vê mesê rûnin? Her du alî jî fikarin xwe vedibêjin. Rêveberiya Xweser bi biryar e ku xaka Sûriyeyê biparêze û yekparebûna Sûriyeyê xera neke. Yanî naxwaze ji Sûriyeyê veqete. Ya duyemîn gav û asteke Sûriyeyê heye. Al, remz, saziyên wê û weke welat cihê di nav qada navneteweyî de heye. Em vê qebûl dikin. Lê hê zû ye ku li ser hûrgiliyên vê bên axaftin. Bêguman wê di demên pêş ev mijar bên nîqaşkirin.    TÊKILIYÊN ME YÊN BI RÛSYAYÊ RE DIDOMIN   Li Sûriyeyê wê bêyî Rûsyayê çareseriyeke neyê pêxistin. Hê ji beriya şer ve di navbera Rûsya û Sûriyeyê de peyman hebûne. Herî dawî di sala 2015'an de bi awayekî aktîf Rûsya tevlî pirsgirêka Sûriyeyê bû. Ji biryara redkirinê ya Rûsyayê ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) jî diyar e ku bêyî Rûsyayê li Sûriyeyê çareserî ne pêkan e. Em jî bi Rûsyayê re di nav têkiliyan de ne û em dixwazin bibin navbeynkar. Bila nebine alî, ne ji me re ne jî ji Rejîmê re. Bila bêyî alî nêrînên me nêzî hev bikin. Di vî warî de xebatek tê kirin. Hin hewldan hene. Têkiliyên me yên bi Rûsyayê re didomin. Di navbera me pêvajoyeke diyalogê heye. Heyetên me bi hev re hevdîtinan dikin. Hêviya me ew e ku Rûsya tişta jê tê xwestin bi awayekî serkeftî pêk bîne.   ROLA AMERÎKA Û RÛSYAYÊ    Ji bo çareseriya qrîza Sûriyeyê Amerîka û Rûsyayê li hev kirine. Muxatabê vê pirsgirêkê her du hêz in. Têkildarî hevdîtinên di navbera wan de em ne xwedî agahî ne. Diyar e ku ji bo çareseriyê hin tiştan nîqaş dikin. Lê em nizanin reng û rêbaza vê çî ye. Hêzeke me û di têkoşîna avakirina demokratîk de ye. Ji bo çareseriyê em ji hêzên navneteweyî alîkariyê dixwazin. Heke ev jî nebe bila ne di rola sorkirinê de bin.   HEVDÎTINÊN BI ENKS'Ê RE   Hevdîtinên me yên bi ENKS'ê re bi mehan e bi dawî bûne. Em li bendê ne ku nûnerên Amerîkayê bên û her du aliyan vexwînin. Me di vê derbarê de daxwazên xwe jî ragihandiye. Heke ev diyalog dest pê bike, wê çawa û li ser çi bingehê dest pê bike. Divê hin tişt careke din di ber çavan re bên derbaskirin. Rewşa Kurdistanî û herêmî hene. Hin guhertin jî bûn.    DAXUYANIYA MESRÛR BARZANÎ   Pêwistî bi gotinên bi vî rengî tune ye. Ji bo diyaloga navbera kurdan dibe ku nêrînên wî hebin. Heta dikare alî jî bigire. Lê me qet hêvî nedikir ku dagirkeriya Tirkiyeyê biparêze. Pirsgirêkên Tirkiyeyê bi me re hene, ne bi rêxistin û partiyekeê re. Pisgirêka wê hebûn û tunebûna kurdan e. Kê li dijî Şêx Seîd, Seyît Riza û dîsa Barzanî derket? Di sala 2017'an de beriya Bexdayê Erdogan bertek nîşan da. Gelo Mesrûr Barzanî bûye parêzerê Tirkiyeyê û haya me ji rewşê tune ye. Çima wiha dibêje? Dibêje, 'Pirsgirêka Tirkiyeyê bi PKK'ê re heye'. Li Efrînê PKK tune ye, Gelo çima ENKS li wir tune ye? Çima ala Hikûmet Herêma Kurdistanê ya ENKS ji xwe re esas digire nayê bilindkirin. Çima buroyên wan li wir tune ne. Çima rojek li wir meşek li dar naxin. Heke ku pirsgirêka wan bi kurdan re tune ye, bila ENKS biçe Efrînê xebatek bike. Li ser navê kurdîtiyê li Serêkaniyê ve Girê Spî tu çi dikî. Heke wiha bûna wê dewleta tirk ji bo Pirsgirêka Kurd gavek bavêtina. Pirsgirêk û hebûna kurdan qebûl nakin. Heke wiha nebûna wê bi vê partiyê re na bi partiyeke din re li çareseriyê bigeriyane. Em baş dizanin ku nêzikbûna Tirkiyeyê bin çi rengî ye. Lewre em rojane bandora wan dijîn. Gelo Mesrûr Barzanî di berdêla çi de bû parêzer?"   MA / Nazim Daştan