Soylû êriş kir û parlamenteran jî Peker bi bîra wî xistin 2021-11-22 13:02:52   ENQERE - Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, dema pêşkeşkirina xwe bi gotinan êrişî parlamenteran kir û ji ber vê êrişa wî ji bo demekê hevdîtin rawestiyan.   Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, li Komîsyona Plan û Budçeyê ya Navendî ku pêşkêşî kir, bi gotinan êrişî parlamenterên ku wî guhdarî dikirin kir. Parlamenterên CHP'ê Soylû bi dovîza "Siyasetmedarê ku 10 milyon dolarî girt kî ye?" pêşwazî kirin. Soylû di pêşkêşiya xwe de dema ku li ser mijara "Têkoşîna bi terorê re" diaxivî, bigotinan êrişî Parlamenterê CHP'ê Engîn Ozkoç kir.    Suleyman Soylû, dema ku ev tişt got, 'Li dijî kesên ku bi salan e hewl didin bi Tirkiyeyê çok bidin şikandin Tirkiye çawa li piya sekinî' bi gotinan êrişî parlamenterên CHP'ê kir û wiha axivî: "Ez nakenim, têkoşîna bi terorê re vedibêjim." Parlamenterên CHP'ê jê re gotin, 'Tu li vegotinên xwe binêre'. Li ser vê Soylû jî ev tişt got: "Tiliya xwe ji min re nehejîne. We ji PKK'ê re ji her malî deng xwest. Ji HDP'ê re. We ji her malî deng xwest. Ji we tirê qê ku me ev ji bîr kiriye."   Di vê navberê de Soylû dev dirêjî Parlamentera HDP'ê ya Edenê Tulay Hatîmogûllari jî kir. Hatîmogûllari, bertek nîşanî Soylû da û ev tişt got: "Ji bo veşartina sûcên Sedat Peker wiha dikî. Armanca wî derxistina provokasyonê ye ne pêşkêşkirin e."   Parlamenterê HDP'ê Hasan Ozguneş jî daxuyaniyên Peker bi bîr xist û ev tişt got: "Ji bo we xwînê dirijand."   Parlamenterê AKP'ê Salîh Cora çû heta pêşiya Hatîmogûllari û hewl da mudaxileyî wê bike.    Ji ber berdewamkirina nîqaşan hevdîtinên ji bo demekê hatin rawestandin.