Dayikên Aştiyê bi dayikên Sêmalka re ne 2021-11-22 09:06:01 STENBOL - Dayikên Aştiyê, diyar kir ku ew bi dayikên ku ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe li Deriyê Sînor ê Sêmalka çalakiya kon didomînin re ne û bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re dan. Di 29'ê tebaxê de li qada Xelîfan a Herêma Kurdistanê, hêzên PDK'ê kemîn danîn pêşiya komeke HPG'iyan a ji 7 kesan pêk dihat. Di kemîna PDK'ê de 5 HPG'iyan jiyana xwe ji dest dan, yek jê birîndar 2 kes jî xelas bûn. Ji van HPG'iyan cenazeyê Nesrîn Temîr û Yûsif Îbrahîm di destê PDK'ê de ne. Meclisa Dayikên Aştiyê ya Cizîrê, ji bo girtina cenazeyan li Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî da destpêkirin. Çalakiya ku li  Deriyê Sînor ê Sêmalka dest pê kir di roja 49'an de berdewam dike. Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, bertekên xwe yên li dijî PDK'ê anîn ziman û ragihandin ku ew bi dayikên Sêmalka re ne.     ARMANC QIRÊJ E   Dayika Aştiyê Cemîle Çîftçî, diyar kir ku her çiqas kurd dabeşî 4 parçeyan hatibe kirin jî xwişk û bira ne û ev bang li Serokê Giştî yê PDK'ê Mesût Barzanî kir: "Derî veke Barzanî, neyartiya bira neke, şerm e. Dayik ji bo girtina hestiyên zarokên xwe li wir in. Divê Barzanî vê neyartî û şerî berdewam neke. Em xwişk û bira ne bila qetla xwişk û bira neke. Armanca bingehîn a PDK'ê qirêj e. Em şerê di navbera xiwşk û birayan de naxwazin. Divê em dest bidin hev û azadiya Kurdistanê bi hev re pêk bînin."   ŞIBANDINA PDK'Ê Û TIRKIYEYÊ    Çîftçî, diyar kir ku pêkanînên Tirkiyeyê û PDK'ê yên li dijî cenazeyan dişibin hev û têkildarî mijarê ev tişt got: "Dewlet jî cenazeyan nade û li goristanên bêkesan vedişêre. Divê dayik aştiyê bixwazin. Em dayikên li Sêmalka bi tenê nahêlin. Em dibêjin ku em li cem wan in. Her wiha bila êdî dewlet jî fêm bike ku ev kar bi şer nabe. Bila dev ji şer berdin. Ev kar ne bi şer, bi pênûsê çareser dibe. Heke aştî çêbibe dê kes nemire."   'EW QEHREMANÊ ME NE'   Dayika Aştiyê Ayşe Sarihan, bi şermezarkirina PDK'ê dest bi axaftina xwe kir û weke berpirs jî Mesût Barzanî nîşan da û ev tişt gotin: "We kuşt, ji kuştinê wêdetir çi heye, hûn çima cenazeyên me nadin. Bang li dayikên Sêmalka dikin; heta girtina cenazeyên zarokên xwe dev ji bernedin. Em cenazeyên xwe bi destê kesî re bernadin. Ji bo cenazeyên xwe em li dijî herkesî ne. Ew zarokên me û qehremanê me ne. Heke karibûma biçûma ez ê jî biçûma cem wan dayikan. Divê em tev li wir bin. Ha zarokên min ha zarokên wan. Ferq di navberê de tuneye, tev zarokê me ne."   'BI ERDOGAN RE TEVDIGERIN'   Dayika Aştiyê Birgul Mûhîkanca jî da zanîn ku keça xwe di bikaranîna çekên kîmyewî de winda kiriye û bertek nîşanî piştgiriya PDK'ê ya ji bo bikaranîna çekên kîmyewî da. Mûhîkanca, bal kişand ser hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re û wiha got: "Bi Erdogan re tevdigerin. Tirkiye jixwe dijminê kurdan e, ew jî bûn dijmin. Bila bira bira nekuje. Dayik zarokên xwe ji bo vî şerê qirêj xwedî nakin. Ji zindiyên wan ditirsin çima miriyên wan nadin. Hûn ji miriyan çi dixwazin. Bila kêlikên zarokên me hebin."   'HEKE EM NEBIN YEK EM TUNE BIBIB'   Dayika Aştiyê Guler Bugday jî bal kişand ser bedelên ku gelê kurd dide, bertek nîşanî şerê navxweyî da û wiha axivî: "Helwestên Barzanî ne baş in. Ev şerê birakujiyê ye, tu demê nayê qebûlkirin. Dewleta tirk dikare vê bike.Weke hemû gelan 100 sal in em doza mafên xwe dikin. Herkes bi ziman, çand û mafên xwe dijî. Em ketin sedsala 21'emîn jiyana kurdan a bi mafê xwe mafê kurdan e. Hemû kurd yek in. Heke em nebin yekê em tev bi hev re tune bibin. Her çar Kurdistan yek e û ya hemû kurdan e. Gerîla li xaka kê şehîd bûne. Bila Barzanî hinek vê bifikire. Wê di dîrokê de çawa bê bibîranîn? Dîroka me bi îxanetan dagirtiye. Gelo wê bi îxanetê di dîrokê de cih bigire? Em îxanetê layîqê tu kurdî nabînin."   'EM LI CEM WAN IN'   Di berdewama axaftina xwe de Bugday, banga radestkirina cenazeyên zarokên dayikên li Sêmalka kir û ev tişt got: "Çend roj in dayik ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe rawestiyan e. Bila êdî cenazeyên zarokên wan radestî wan bên kirin. Bi fermana dewleta tirk kuştin. Ez êşa dayikên ku her roj tên li benda cenazeyên zarokên xwe disekinin parve dikin. Ez baş ji wan fêm dikim. Belim destê min negihija wan lê em ê bi gotina xwe li wan xwedî derkevin. Bila serbilind bin û heta girtina cenazeyên xwe têkoşîna xwe bidomînin. Êşa wan êşa me ye. Em li cem dayikan in."