Di dosya nûçegîhanê me Acar de biryara nepeniyê hat dayîn 2021-11-21 16:21:46   MELETÎ - Di lêpirsîna nûçegîhanê me Emrûllah Acar ku 3 roj in di bin çavan de ye de ji bo dosyaya wî biryara nepeniyê hat dayîn.      Li Rihayê, di 19'ê mijdarê de di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê hatiye destpêkirin de polisan bi ser mala nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Emrûllah Acar de girt û ew binçav kirin. Acar, 3 roj in li Miduriyeta Polisan a Meletiyê ragirtin. Parêzerên Acar pêre hevdîtin kirin û agahî dan ku di dosya wî de biryara nepeniyê hatiye dayîn.    Hat ragihandin rewşa Acar ku tê payîn sibê îfadeyên wî bên girtin baş e.