Malbata Şenyaşar: Gelo qîrînên edaletê we aciz nakin? 2021-11-21 12:30:03   RIHA - Malbata Şenyaşar, di roja 258'an a Nobeta xwe ya Edaletê de ev pirs kir: "Qîrînên edaletê yên malbeteke ku hatiye tunekirin gelo qet we aciz nake?"   Li navçeya Pirsûs a Rihayê, di 14'ê hezîrana 2018'an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî malbata Şenyaşar kiribûn û hevjin û 2 kurên Emîne Şenyaşar kuştibûn. Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji êrişê birîndar xelas bûbû, di 9'ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja 258'an de didome. Ji ber ku îro edliye girtî ye malbatê çalakiya xwe li mala xwe ya Pirsûsê berdewam kir.   'NE MEXDÛRAN SÛCDARAN BIDARÊZÎNIN'   Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya sanal ev parvekirin kir: "Ji bo ku hûn rihetiya xwe ya li Edliyeya Rihayê winda nekin, dibin hevparê sûc û zilmê. Li vî welatî ne mexdûran, kujeran bidarizînin? Qîrînên edaletê yên malbeteke ku hatiye tunekirin gelo qet we aciz nake?"