Bi windakirina roniya çavê xwe re rû bi rû ye 2021-11-21 11:29:04   ENQERE - Keça girtî Mûhlîsa Karaguzel ku divê ji her du çavên xwe emeliyat bibe Zîlan Karaguzel, diyar kir ku dayika wê bi windakirina roniya çavên xwe re rû bi rû ye û banga berdana wê kir.   Mûhlîsa Karaguzel ku dema Hevserokatiya HDP'a Mûşê dikir hatibû girtin, rexmî nexweşiyên xwe yên giran jî 2 sal in nayê berdan. Li Karaguzel ku li Girtîgeha Jinan a Qayseriyê dimîne, 8 sal û mehek ceza lê hatiye birîn. Keça Karaguzel Zîlan Karaguzel, derbarê rewşa dayika xwe de axivî û ev tişt got: "Bêhnçikandina dayika min giran bûye. Bi zorê bêhn digire. Ji ber vê gelek caran ji ser hişê xwe ve çûye. Ji tenduristiya wê bi fikar im. Gelek nexweşiyên wê hene lê ne pêkan e li girtîgehê tedawî bibe."   Karaguzel, destnîşan kir ku çavên dayika wê gelek diêşin û wiha got: "Di 5 mehên dawîn de ji çavên xwe 5 caran anjiyo bû. Ji ber ku xwe gihandina tenduristiyê de zehmetiyan dikişîne, emeliyatên wê bi ser neketin. Divê emeliyat bibe lê xetereya emeliyatên wê hene. Heke enfeksiyon bigire dibe ku her du çavên xwe jî winda bike. Dayika min 2 caran li ser qrîza dil derbas kir. Dayika min dixwaze li derve tedawî bibe. Me û ÎHD'ê ji bo vê serlêdan kir. Divê demildest bê berdan. Weke malbat em gelek bifkar in. Bang dikim ku divê demildest dayika min bê berdan."