Girtiyê ku piştî îşkenceyê şîzofrenî lê peyda bû nayê berdan 2021-11-21 09:10:37     STENBOL - Erdal Ozel, dema hatiye girtin bi awayekî dijwar hatiye îşkencekirin û piştî demekê şîzofrenî lê peyda bûye. Niha jî çendî ku gelek nexweşînên cuda lê peyda bûne, dîsa jî nayê berdan.    Erdal Ozel ku di Girtîgeha Jimare 2'yan a Tekirdagê de ye û di nav lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye, her diçe rewşa tenduristiya wî giran dibe. Ozel, ji sala 2006'an heya niha girtiye û piştî hatiye girtin şîzofrenî lê peyda bûye. Ozel ku şîzofreniya giran lê hatiye teşxîskirin, di 2010-2011'an de li Nexweşxaneya Demargiriyê ya Bakirkoyê hatiye dermankirin. Ji xeynî vê nexweşîna qelb, tansiyona zêde, diyabet û gurçikan jî lê peyda bûye. Li gel ev qas nexweşînan jî nayê berdan. Xwişka wî Kûmrû Akgul, bal kişand ser rewşa tenduristiya birayê xwe û xwest bê berdan.    ÎŞKENCE    Akgul, ragihand ku piştî ku birayê wê hatiye girtin sewqî gelek girtîgehan hatiye kirin û beriya bê girtin tu nexweşînên wî tune bûne. Akgul, da zanîn ku birayê wê piştî hatiye girtin carekê qeyrana dil derbas kiriye û li girtîgehê hişê wî çûye. Akgul, destnîşan kir ku berpirsiyarê vê dewlet5 e û got: "Gava Ergal binçav kirin îşkence lê kirin. Serê wî li textê qenepeyên malê xistin û şikandin. Îşkenceyek dijwar lê kirin. Ji ber vê îşkenceyê hişê Erdal çû. Gava me pê re xeber dida digot 'pir tahdê li min dikin.'"    Akgul, bilêv kir ku gava birayê wê hatiye girtin 15 rojan li ser hev dest û pêyên wî ji paş de girêdane û got: "Paşê wî birine odeya bisûnger. Îşkenceyek dijwar lê kirine. Paşê wî xistine hucreyekê. Wî tecrîd kirine." Akgul, anî ziman ku di dema sewqan de jî tahde li birayê wê hatiye kirin û got: "Di dema tedawiyê d ejî tahde lê kirine. Bavê min wê çaxê bi bijîşk re xeber daye. Bijîşk gotiye wan derzî li Erdal xistiye. Lê ji bo tenduristiya wî tu rapor nedan. Ji ber ku bijîşkên dewletê ne raporê nadin."    Akgul, da zanîn ku dêya wî bêyî ku birayê wê bibîne jiyana xwe ji dest daye û got: "Min jî di dema pandemiyê de qet ew nedîtiye. Em dixwazin di dema hevdştina vekirî de wan bibînin. Êdî bes e, ev qas tahde. Bi hezaran ên mîna wî hene. Em aştiyê dixwazin. Dêya min ew nedît û mir. Bila heman tişt neyê serê dayikên din."