Li Tirkiyeyê krîza dermanan 2021-11-21 09:07:04   WAN - Serokê Odeya Dermanger a Wan-Bedlîsê Hayrûllah Fîkret Baransel, anî ziman ku bi zêdebûna kûra dowîzan re li Tirkiyeyê krîza dermanan jî rû daye û cara ewil e bi krîzeke wisa mezin re rû bi rû mane.    Di demên dawî de li Tirkiyeyê kûra dowîzan serî berdaye, li ser hev zêde dibe. Ji ber vê di warê dermanan de jî krîzek rû daye. Li gor daneyên Yekîtiya Dermangerên Tirk (TEB) 645 dermanên ku divê li dermanxaneyan bên peydakirin nayên peydakirin. Serokê Odeya Dermanxaneyan a Wan-Bedlîsê Hayrûllah Fîkret Baransel, krîza di warê dermanan de nirxand.    KRÎZA DERMANAN   Baransel, anî ziman ku krîza dermanan ji zû de ye, lê ev çend sal in pir kûr bûye û sedema vê jî kûra dowîzan û bêqîmetbûna TL ye. Baransel got: "Gava mesele bibe tenduristî, ne rast e meriv behsa hejmara dermanan bike. Ger nexweşek nikaribe dermanê xwe peyda bike, dermanên din hemû ji bo wî ne tu tişt in jî. Lewma tevahiya dermnaan girîng in. Lê niha li piyaseyê 645 cure derman nayên peydakirin û ev ji bo me meseleyeke pir cidî ye."    FÎRMAYAN DEV JI TIRKIYEYÊ BERDA   Baransel, diyar kir ku ji bo dermanên ku tên Tirkiyeyê kûreke sabît a Euro tê pêkanîn û gelek fîrmayên dermanan ên global dev ji piyaseya Tirkiyeyê berdane. Baransel, destnîşan kir ku ji ber sabîtkirina kûrê krîzek rû daye û got: "Kûra aktuel li dor 12 TL'Yan e û mixabin ev kûra sabît pergalê xitimand. Niha lipiyaseyê şirûba zarokan tune ye û piştî wextekê dê ji bo mezinan jî dermanên sermagirtinê nemînin. Sedema vê krîza mezin ev kûra zêde û bêqîmetbûna TL ye. Ji ber vê dermanên qels tên firotin."    Baransel, bilêv kir ku di her krîzê de ew hedef tên girtin û got: "Gava fiyetê dermanan biha dibe ewilî em hedef tên girtin. A rast sedema vê rewşê, nebûna pergaleke çak a tenduristiyê ye. Me di dema pandemiyê de jî bêheq maske belav kirin û me rojekê jî dermanxaneyên xwe negirtin, lê hê jî em tên sûcdarkirin."