HDP: Bi milyonan zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê nabînin 2021-11-20 14:42:27   ENQERE - Komîsyona Polîtîkayên Ziman, Çand, Huner, Spor û Perwerdehiyê ya HDP’ê têkildarî Roja Cîhanî ya Mafê Zarokan name ji  Komîteya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî, Komîteya Wekhevî û Têkoşîna Dijî Cihêkariyê ya Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê, UNESCO û UNÎCEF'ê re şandin.    Nameya Cigirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Salîm Kaplan ê ji Komîsyona Polîtîkayên Ziman, Çand, Huner, Spor û Perwerdehiyê berpirsiyar e wiha ye:   ''Peymana Mafên Zarokan ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve di 20’ê Mijdara 1989’an de hat qebûlkirin û her sal 20’ê Mijdarê wek Roja Mafên Zarok a Cîhanê tê pîrozkirin. Peymana derbarê Mafên Zarokan de, ji bo ku şert û mercên jiyanî yên zarokan baş bike, hin berpirsyariyan li ser dewletan ferz dike. Lê li Tirkiyeyê bi hezaran zarok, ji mafên xwe yên bingehîn hatine mehrûmkirin û bi gelek arîşeyên ji xwe mezintir re rû bi rû hatine hiştin.    DI AŞÊN ASÎMÎLASYONÊ DE TÊN HÊRANDIN   Tirkiyeyê sê şerh danîne ser xalên 17, 29 û 30’emîn ên Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekgirtî û bi vî awayî di warê madî, manewî, çandî û civakî de bandoreke neyînî li ser jiyana zarokan dike. Ev şerh, hem serboriya zarokan hem jî siberoja zarokan înkar dike û wan ji bikaranîna mafên wan ên bingehîn bi dûr dixe. Li Tirkiyeyê îstismara li ser zarokan, tundî û cudakariya li ser keçikan, karkerkirina zarokan, rewşa zarokên penaber, rewşa zarokên berasteng, rewşa zarokên zindanîkirî û zarokên di nav gerîneka şer û tundiya fizîkî de dorpêçkirî û rewşa civakî û aborî gihiştiye merheleye xerab û di encama wê de xisareke mezin li ser zarokan hatiye çêkirin. Zarok ji mafê perwerdehiya zimanê dayikê bêpar hatine hiştin û di aşê asîmîlasyonê de tên hêrandin.    RÊ LI BER PERWERDEHIYA ZIMANÊ DAYIKÊ HATIYE GIRTIN    Dewletên otorîter jî di nav de, li gelek welatên cîhanê, modelên pirzimanî û cotzimanî yên perwerdehiyê tên amadekirin, lê li Tirkiyeyê bi taybetî zarokên Kurd û zarokên ku zimanê wan ê dayikê ne Tirkî ye, li gorî xala 42’yemîn a Qanûna Bingehîn nikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin. Dîsa hinek komên etno-dînî nikarin perwerdehiya çandî û dînî bibînin û li şûna wê bi mecbûrî perwerdeyî dersên dînî dibin. Îro li Tirkiyeyê bi milyonan zarok nikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin. Bi rêbazên li dijî formasyona pedagojîk, bi nêrîneke antî-demokratîk û bi astengiyên hiqûqî, rê li ber perwerdehiya zimanê dayikê hatiye girtin û zarok ji habîtûsên xwe yên çandî hatine bidûrxistin.    MAFÊN ZAROKAN DI BIN GEFAN DE NE    Zarok, remza siberoja hevpar a mirovahiyê ne. Ji bo wê jî divê ji bo zarokan cîhaneke adil, demokratîk, aştiyane bê avakirin, zarok bi zimanê xwe yê dayikê bên perwerdekirin, yeksaniya xwe gihandina maf û derfetan bê misogerkirin. Mafên zarokan, her wekî din mafên mirovî ne. Li Tirkiyeyê rê li ber cîbicîkirina mafên zarokan hatine girtin û mafên zarokan wek mafên sembolîk tên nirxandin. Di serî de mafê perwerdehiyê û mafên jiyanî û çandî yên zarokan, di bin gefan de ne.     DIVÊ HEMÛ MAF WERIN MÎSOGERKIRIN   Bi minasebeta 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê, divê Peymana Mafên Zarokan li Tirkiyeyê jî bê pêkanîn, şerhên li ser bên rakirin, mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê û hemû mafên din bên misogerkirin. Ji bo wê jî divê Komîteya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekgirtî ji bo ku mafên zarokan bên misogerkirin û normên hiqûqî yên gerdûnî bên cîbicîkirin, rola xwe bilîze û çavdêriya mafên zarokan bike. Cîbicîkirina van mafan beriya her tiştî berpirsyariyeke dîrokî ya komîteya Neteweyên Yekgirtî ye. Bu wesîleya vê rojê, em careke din giringî û pêdiviya her xaleke wê peymanê bi bîr dixin û banga me ew e ku divê bi hewldana we, ew welatên ku şerh danîne ser van xalan bên teşwîqkirin ji bo ku wan şerhan rakin û mekanîzmayên karîger ên çavdêriyê bên avakirin. ''