Malbata Şenyaşar: Divê em bibin yek û dawî li zilmê bînin 2021-11-20 11:28:42   RIHA - Malbata Şenyaşar ku Nobeda Edaletê di roja 257’emîn de berdewam dike got: "Wêrektî lazim e. Divê em bibin yek û dawî li zilm, bêedaletî û vê krîzê bînin."   Malbata Şenyaşar ku sê ferdên malbata xwe di êrişa AKP’iyan de winda kirin, çalakiya Nobeda Edaletê ya ku di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê da destpêkirin, di roja 257’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ji ber dawiya hefteyê edliye girtî ye, nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.    'WÊREKTÎ LAZIM E’    Malbata Şenyaşar a ku li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kir û got: "Ev neheqiya li Qesra Edaletê ya Rihayê li her derê ji bo edaletê tehdîd e. Divê wêrektî hebe. Divê em bibin yek û dawî li zilm, neheqî û vê krîzê bînin."    MIZRAKLI PIŞTGIRÎ DA MALBATÊ    Hevşaredarê Amedê Selçûk Mîzrakli yê ku qeyûm li şûna wî hat dayîn û niha li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê girtî ye jî bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal piştgirî da malbata Şenyaşar. Mizrakli di parvekirina xwe de wiha got: “Dema ku mirov bi wêrekî bijî ji jiyana tirsonek çêtir e. Em ê bi cesareta dayikên edaletê jiyanek nû li hev bikin. #senyasarailesineadalet.”