Aydogan ku tevli 'Keştiya Azadiyê' bû: Dema azadiya Ocalan hatiye 2021-11-20 10:04:03   AMED - Parlementera HDP'ê ya berê Nûrsel Aydogan ku tevli "Keştiya Azadiyê" bûye, anî ziman ku êdî dema azadiya Ocalan hatiye.    Piştî ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hatibû kirin Prof. Noam Chomsky û xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Mariead Maguiera jî di nav de gelek parlementer, hunermend, nivîskar û parêzerên navdar "Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan a Navneteweyî" ava kiribûn. Înîsyatîfê heya niha gelek organîzasyonên navneteweyî li dar xistine. Herî dawî jî "Keştiya Azadiyê" ku ji Amerîkaya Latîn, Spanya, Fransa û Îtalya û gelek welatên din 37 kesên akademîsyen, siyasetmedar, hunermend, nivîskar, parêzevanên aştî û mafên jinan û rojnamevan jî di nav de tê de cih girtin, bi dirûşmeya "Azadî ji bo Ocalan" ji paytexta Yewnanîstanê Atînayê ketibû rê. Keştî ku di 9'ê Mijdarê de ji Atînayê ket rê, di 12'ê Mijdarê de gihaştibû bajarê Napolî yê Îtalyayê û rêwîtiya xwe bi dawî kiribû.    Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Nûrsel Aydogan ku di "Keştiya Azadiyê" de bû, têkildarî amranca çalakiyê û tiştên dê di pêş de bikin axivî.    ‘DEMA AZADIYA OCALAN HATIYE'   Aydogan anî ziman ku keştî di 12'ê Mijdarê de gihaştiye Napoliyê, lê belê ev dîrok ne dîrokeke rasthatinî ye û got: "Helbet ne rasthatinî ye. Birêz Ocalan vê rojê hatiye Îtalyayê. Armanc careke din komplo bê birbîxistin, bê bibîrxistin ku komplo bi tecrîda mutleq didome û armanc çareserkirina pirsgirêka kurdî daxilî nav rojevê bê kirin û ji bo vê jî destnîşankirina ku dema azadiya Ocalan hatiye."   Aydogan destnîşan kir ku armanca sereke ya Keştiya Azadiyê ew e ku peyama dema azadiya Ocalan hatiye di xwe de dihewîne û got: "Azadiya Ocalan tenê ne azadiyeke fizîkî ye, azadiya wî di heman demê de çareserkirina pirsgirêka kurdî û azadiya gelê kurd e. Bi vê hat xwestin ku ev yek ji bo raya cîhanê bê ragihandin û di vî warî de zextên demokratîk li ser welatên têkildar bê kirin. Gava em di vî warî de binirxînin, em dikarin bibêjin ku beranberiyeke wê çêbûye. Gelê Îtalyayê eleqeyeke mezin nîşan da. Xwedîderketina wan û beşdarbûna wan a çalakiyan û çalakiya çapemeniyê girîng bû. Ji lew re gava mesele dibe Ocalan, tê zanîn ku gelek mudaxile û astengî tên kirin. Bi vê çalakiyê ji heq vê yekê hat derketin. Helbet ji bo xebata di vî warî de berdewamî divê. Heya di warê çalakiyan û di warê dîplomatîk de encam bi dest bikevin divê xebat bidomin."    ‘BÊYÎ OCALAN AŞTÎ NE PÊKAN E'   Aydogan ku got "Ya ku azadiya Ocalan girîng dike aştiyeke adil e" û got: "Bi azmûnên ku me ew dîtin derket holê ku heya Ocalan azad nebe, aştî ne pêkan e. Gava Ocalan azad bibe dê gel bi awayekî wekhev û azad bijîn, dê jiyaneke li ser asasê azadiya jinê bê avakirin. Ev êdî tenê ne bendewariyeke gelê kurd e, bendewariya tevahiya gelên Rojhilata Navîn e."    TECRÎDA MUTLEQ   Aydogan bal kişand ser daxwaza ji bo azadiya Ocalan û dijwarkirina tecrîda li Îmraliyê û got: "Li Girtîgeha Îmraliyê hiqûqeke taybet heye. Li wir qanûna înfazê ne derbasdar e. Çendî car carinan hevdîtinên bi parêzeran û malbatê re çêbibin jî, lê mirov dikare behsa tecrîdeke bênavber bike. Di pênc salên dawî de bi temamî tecrîdeke mutleq heye. Sedema sereke ya vê yekê jî polîtîkayên neçareserkirina pirsgirêka kurdî ne. Dixwazin pirsgirêka kurdî bêyî çareseriyeke demokratîk û aştiyane ji holê rabikin. Bi taybetî jî dema ku dengên ji bo daxwazên çareserî û aştiyê bilind dibin, tecrîd bêtir giran dibe."    ELEQEYEKE ZÊDE   Aydogan, bilêv kir ku eleqeyeke zêde ji bo rêwîtiya wan hebûye û got: "Em di 8'ê Mijdarê de li Atînayê bûn. Li Atînayê serdana gelek partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û sendîkayan hat kirin. Sedema çalakiya me hat vegotin. Girîngiya têkoşîna bi hev re, girîngiya piştevaniya enternasyonal hat nîqaşkirin. Encamine baş bi dest ketin. Diyar kirin ku dê li Atînayê 'Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan' ava bikin û bitêkoşin. Gelê kurd ê li Atînayê jî di 9'ê Mijdarê de Keştiya Azadiyê bi rê kir. Yanî dikarim bibêjim ku eleqeyek baş hebû. Li Napoliyê bi sirûda Çav Bella hat pêşwazîkirin. Girseyeke qelebalix hebû û hema bibêje hemû jî îtalî bûn. Ji xeynî partiyên siyasî şaredarên bajêr jî ji bo pêşwaziyê hatibûn û li wir axifîn. Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Napoliyê êvarî li şaredariyê hevdîtin bi me re kir. Beşdarbûna ji bo panel û konsera piştî meşê û mîtîngê pir zêde bû. Yanî eleqeya ji bo xwedîderketina çalakiya me pir zêde bû."    Aydogan ji bo xebatên ku dê ji niha û pê ve bên kirin jî got: "Em 4 kes ji HDP'ê tevlê bûn. Lê em ne endamên Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan a Navneteweyî ne. Înîsyatîfê heya niha ji bo azadî û aştiyê xebatên pir girîng kirine. Çalakî bi biryara ku dê xebat bidomin bi dawî bû."