‘Polîtîkaya êrişan a nû Girtîgehên Tîpa S ne’ 2021-11-19 16:05:55   STENBOL - Înîsiyatîfa Piştevaniyê ya bi Girtiyan re diyar kir ku girtîgehên Tîpa S'yê ku pêkanîna hucreyên yek kesî jî di nav de ye, polîtîkayeke nû ya êrîşan a ser girtiyan e û girtî tên tecrîdkirin.    Înîsiyatîfa Piştevaniyê ya bi Girtiyan re (TDÎ) di çarçoveya bernameya çalakiya xwe ya 2 mehan de li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Yenîbosnayê daxuyanî da. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû jî tevlî daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji şewitandina înfazan re bes e! Bila girtiyên nexweş bên berdan!” hat vekirin û dowîzên “Dawî li qedexeya weşanan bînin” , “Bila zindan hilweşin, ji girtiyan re azadî” , “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” , “Bila zext, îşkence û tecrîd bi dawî bibin” , “Ji girtiyên siyasî re azadî” hatin hilgirtin.   CEZA DI NAV CEZAYÎ DE    Erkan Çita yê sernavê înîsiyatîfê daxuyanî da bal kişand zêdebûna binpêkirinên mafan ên li girtîgehan. Çita, bi lêv kir ku tê xwestin têkiliyên girtiyan bi derve re qût bikin û wiha got: “Rayedarên girtîgehan ketine şûna dadgehan. Berdana girtiyan tê astengkirin. Cezayên ku ji girtiyan re hatiye birîn kêm tê dîtin û ceza di nava cezayî de li girtiyan tê birîn.    Çita, diyar kir ku piştî şewbê konsepteke êrîşan a nû li dijî girtiyan xistine meriyetê û wiha berdewam kir: “Mafê girtiyan ê hevdîtinê bi temamî ji holê hat rakirin. Kovar û rojnameyên welatparêz û şoreşger bi hêceta qanûna Lijneya Îlanê ya Çapemeniyê tên astengkirin. Di vê pêvajoyê de gelek girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan û rewşa gelek girtiyên nexweş ên nehatin dermankirin nebaş bû. Bi van hemû êrişan re, girtiyên xebatên xwe yên şoreşger bi rê ve dibin û li ber xwe didin, bi girtîgehên Tîpa S'yê ku polîtîkayeke nû ya êrîşan e re rûbirû ne.”   ASTENGKIRINA ATK’Ê   Çita, destnîşan kir ku berdana girtiyên nexweş ji aliyê ATK an jî dozgeriyê ve tên astegkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ATK raporên ku girtî digirin qebûl nake. Heke were qebûl kirin jî bi hêceta “ji ewlehiya civakê re xetere ye” girtî nayên berdan. Dewlet pêla êrişeke nû li girtîgehan daye destpêkirin lê xuya dike ku bi vê sînordar namîne.”   WELAT VEGERIYAYE GIRTÎGEHÊ    Çita, diyar kir ku welat vegeriyaye girtîgehê û destnîşan kir ku ji bo mehandina civakê pêkanînên weke kelemçeya elektronîk, hefsa malê, ferzkirina îmzeyê xistine meriyetê. Çita, bi lêv kir ku weke xizm û malbatên girtiyan ew heta 19’ê Kanûnê li her derê daxwaza xwe ya dawî anîna binpêkirinan û berdana girtiyên nexweş qîr bikin û wê tu car dest ji têkoşînê bernedin.   ‘EM Ê BÊDENG NAMÎNIN’   Piştî axaftina Çita Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû jî diyar kir ku desthilat girtîgeh vegerandine dojehê û wiha got: “Rêveberiya girtîgehê xwe têxe şûna dadgehê û înfaza girtiyan dişewitîne. Her roj nûçeyên êriş û xespa maf ji girtîgehan tê. Bazirganên tiryakê, kujerên jinan tên berdan lê girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin. Em ê ji girtîgehan re bêdeng nemimin. Girtîgeh kurteya desthilatê ne. Zêdebûna zilmê ya li girtîgehê zêdebûna zilma li welat e. Yên ku vê dikin dê rojekê li pêşberî gel hesabê bidin. Ez bang li xebatkarên ATK’ê dikim ku xwedî li soza xwe derkevin.”