Komîsyona Zarokan a HDP'ê: Li Tirkiyeyê 2 milyon zarok tên xebitandin 2021-11-19 14:28:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Zarokan a HDP'ê, derbarê 20'ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê de daxuyaniyek da û diyar kir ku li Tirkiyeyê 2 milyon zarok tên xebitandin.    Komîsyona Zarokan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Navenda Giştî ya Partiyê, derbarê 20'ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê de civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Parlamenterê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz û Endama Komîsyona Zarokan a HDP'ê Nûray Turkmen axivîn û avakirina Komîsyona Mafê Zarokan a HDP'ê ragihandin. Di civînê de destpêkê Kaçmaz axivî û diyar kir ku di çarçoveya Roja Mafê Zarokan a Cîhanê de Roja Mafê Zarokan a hemû zarokan pîroz dikin. Piştre Kaçmaz li ser binpêkirinên mafên zarokan û polîtîkayên li dijî wan tên meşandin rawestiya.       PEYMANA MAFÊ ZAROKAN   Kaçmaz, destnîşan kir ku rexmî Tirkiye "Peymana Derbarê Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî" qebûl kiriye jî  îttîraz daniye ser xalên 17, 29 û 30'emîn ên peymanê û wiha got: "Bi vî awayî berpirsyariya mafê zarokan ê perwerdeya zikmakî nehatiye hilgirtin. Ji ber vê helwesta Komîteya Mafê Zarokan a neteweyên Yekbûyî gelek caran Tirkiyeyê rexne û hişyar kiriye. Lê li gel ku 26 sal di ser îmzekirina vê peymanê re derbas bûne jî Tirkiye di vê mijarê de tu gav neavêtine û pirsgirêkên zarokan ên dibine mexdûrê wan çareser nekiriye. Ji ber zext û rêveberiya navendî ya li Tirkiyeyê ji bilî tirkî cihêkarî li zimanên din tê kirin û dibin mexdûrên polîtîkayên pişaftinê."   XEBITANDINA ZAROKAN   Di berdewamê de Kaçmaz, bal kişand ser binpêkirinên mafên zarokan û têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: "Li gorî daneyên fermî li Tirkiyeyê nêzî 2 milyonan zarok dixebitin. Rexmî ku xebitandina zarokan qedexe ye jî ji bo astengkirina xebitandina zarokan tu tiştek nayê kirin. Xebitandina zarokan wan ji zarokatiya wan dûr dixe û rêzgirtina wan kêm dike û xesarê dide pêşvebirina wan a fizîkî û zihnî. Li gorî lêkolînên ku hatine kirin ji ber şer, koç, xizanî û newekheviya dahatê, daxwaza hêza kar a erzan û bêvenêrîn zarok tên xebitandin."   GIRTINA ZAROKAN   Di dawiya axaftina xwe de Kaçmaz, kuştina zarokan û îşkenceya ku li wan tê kirin jî bi bîr xist û têkildarî mijarê ev nirxandin kirin: "345 zarokên temenê wan di navbera 0-6 salan de bi dayikên xwe re girtî ne. Her wiha 60 ji wan keç bi giştî hezar û 896 zarok li girtîgehan tên ragirtin. Tundî, îşkence, tacîz û mehmeleya xebar li zarokan tê kirin. Em tev dizanîn ku li dijî zarokan sûcê eziyetê tê kirin. Dema kuştina xwe zarok dibin hedef. Ne partiyên siyasî ne jî saziyên dewletê ji bo parastina zarokan û mafê wan berpirsyariyên xwe bi cih naynin."   HILBERANDINA POLÎTÎKAYÊ YA BI ZAROKAN RE   Piştî Kaçmaz Endama Komîsyona Zarokan a HDP'ê Nûray Turkmen jî axivî û ev tişt gotin: "Heta niha me digot HDP hêviya gelan e. Ne tenê hêviya gelan hêviya zarokan e jî. Em ji bo avakirina komîsyona zarokan ku di MYK'a me dawîn de biryara vê hat dayîn li vir in.  Avakirina komîsyonê ne li ser pirsgirêkên zarokan e, ji bo avakirina polîtîkayê ya bi zarokan re ye. Ji bo ku sûdeke wê ji azadiya zarokan re hebe em bûn daxwazkerên vê komîsyonê. Em li dijî feraseta kevneperest û modern derketin û vê komîsyonê ava kir. Em ê têkoşîna xwe ya ku bi zarokan re azad bike bidomînin."   GIRTINA GIRTÎGEHÊN ZAROKAN   Turkmez xebatên ku wê bikin wiha rêz kirin:    "* Em ê xebatên xwe yên ji bo avakirina komîsyoneke di bin sîwana meclisê de ya tenê ji bo zarokan bimeşînin.    * Em ê xebatên xwe yên ji bo avakirina Wezareta Zarokan bidomînin.    * Em ê ji bo budçeyeke li gorî zarokan bixebitin.    * Em ê bi rêxistinên sivîl, baro û saziyên din re panelek li dar bixin û ji bo polîtîkayeke zarokan a tevahî bixebitin.    * Em ê ji bo avakirina bingeheke qanûnî ya amadekirina raporên Nirxandina Bandora Zarokan (ÇOED) bixebitin.    * Em ê ji bo lidarxistina xebatên herêmî û navneteweyî yên rakirina îttîrazên Tirkiyeyê yên li ser xalên 17, 29 û 30'emîn ên Peymana Mafê Zarokan bixebitin. .   * Em ê ji bo pêkanîna xebatên girtina girtîgehên zarokan xebatên qanûnî bimeşînin.    * Em ê ji bo girtina Dibistanên Heremî yên Şevînî ku bûne saziyên qirkirina çandî û derxistina holê ya texrîbata ku ava kirine, bi navê "Komîsyona Lihevkirin û Heqîqetê ya Dibistanên Herêmî yên Şevînî" xebatên avakirina komîsyonekê bikin."   Turkmen, destnîşan kir ku bi van xebatan armanc dikin ku mîna li Gallerê û gelek welatan ku mînakên wan hene, li Tirkiyeyê Parlamentoya Zarokan ava bikin û di jiyana civakî de hemû zarok wekhev bên qebûlkirin û gotina xwe bibêjin. Her wiha Turkmen, agahî da ku li dijî îttîrazên Tirkiyeyê yên Peymana Mafê Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî ji UNESCO û UNİCEF’ê re name şandine.