Cenazeyê Muslumeyê hat dîtin 2021-11-19 13:26:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê Muslumeya 3 salî ku beriya 10 rojan li Mêrsînê winda bûbû, hat dîtin.    Cenazeyê Muslume Yagal a 3 salî ku beriya 10 rojan li Mêrsînê winda bûbû û careke din tu agahî jê nehatibû girtin, hat dîtin. Cenazeyê Muslumeyê ji cihê lê windabûyî 7 kîlometre wêdetir hat dîtin. Têkildarî sedemê mirina Muslume xebat didomin.    Malbata Yagal a ji Koçberên Sarikeçîlî ku ji bo demsala zivistanê derbas bike ji Karamanê koçî taxa Yanişli ya navçeya Gulnar a Mersînê bûbû, piştî ku di 10’ê Mijdarê de konê ku wê lê bimînin danîn, ferq kirin ku keça wan di saet 17.00’an de winda bûye. Malbata ku Muslume nedîtîbû, serî li qereqolê dabû.