Di danişîna ewil de ceza li siyasetmedar Kok hat birîn 2021-11-19 12:52:37   MÊRDÎN - Di danişîna ewil a doza ku bi îdiaya "heqareta li Erdogan kiriye" 11 meh û 20 roj ceza li endamê PM'ê yê DBP'ê Nazim Kok hat birîn.   Yekemîn danişîna doza ku derbarê Endamê Meclîsa Partiyê (PM) yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Nazim Kok de bi hinceta di sala 2016’an de di serdema qedexeyên derketina derve yên li bajarên herêmê de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de "heqaret li Erdogan kiriye" hatibû vekirin hat lidarxistin. Rûniştina dozê li Dadgeha Nisêbînê hat lidarxistin. Kok û parêzerê xwe beşdarî dozê bûn. Dozger xwest bi îdiaya “heqaretê” ceza li Kok were birîn.    Dadgehê bi heman hêcetê 11 meh û 20 roj cezayê hepsê li Kok birî.