Nobeta Edaletê: Bila dengê me bê bihîstin 2021-11-18 17:25:28   AMED - Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan li Baroya Amedê da destpêkirin di roja 3'an de didome. Xizmên girtiyan neheqiyên pêk tên ragihandin û ev peyam dan: "Heta ku encam bê girtin em ê çalakiyên xwe bidomînin."        Xizmên girtiyan, bi armanca ku balê bikişînin ser şertên girtiyên nexweş û daxwaza berdana wan bikin li Baroya Amedê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Nobeta xizmên girtiyan di roja 3'an de berdewam dike. Hevjîna girtiyê nexweş Sidik Guler ku li Girtîgeha Îskenderûnê dimîne Hasîne Guler, dayika girtiyê nexweş Ahmet Kolakan ku li Girtîgeha Hejmara 2 a Bandirmayê dimîne Fevziye Kolakan, bavê girtiyê nexweş Civan Boltan ku li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê dimîne Hakki Boltan, xwişka girtiyê nexweş Abdûlselam Guler ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimîne Încî Guler û xwişka girtiyê nexweş Hamdûsena Ada ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Amedê dimîne Reşahat Ada di nobeta îro de cih girtin.    Rêveberên MED TÛHADFED û TÛHAYDER'ê piştî dan nobeta ku bi saetan berdewam kir. Di nobetê de bavê girtî Boltan Hakki Boltan û xwişka girtî Guler Încî Guler axivîn û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û zehmetiyên ku dikişînin. Piştre Hevserokê MED TÛHADFED Eşbaşkanı Ahmet Dogan axivî û destnîşan kir ku li dijî girtiyên nexweş hiqûqa dijminahiyê di meriyetê de ye û got ku li dijî vê rewşê piştgiriya malbatan dikin û peywira bikeve ser milê wan dê pêk bînin.