Cenazeyên Acar û Yîgît hatin wergirtin 2021-11-18 17:15:12   WAN - Cenazeyên Agît Acar û Abdûllah Yîgît ên HPG’yî ku di şerê li herêma Kato Marînos de jiyana xwe ji dest dabûn hatin wergirtin.    Malbatan cenazeyên Agît Acar û Abdûllah Yîgît ên HPG’yî ku di şerê 7’ê Îlonê de li herêma Kato Marînos a navçeya Elkê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest dabûn, wergirtin. Piştî ku mînakên DNA’yê yên malbatan dabûn hev hatin, her du malbat ji bo cenazeyên xwe bigirin çûn Saziya Tiba Edlî ya Wanê (ATK).    Malbatan piştî kirariyên ATK’ê çûn goristana bêkesan a cenaze lê hatibûn veşartin û ji wir cenazeyên zarokên xwe wergirtin. Malbat ber bi navçeya Elkiyê ve bi rê ketin. Hat diyarkirin ku wê malbat cenazeyên zarokên xwe li navçeya Elkê veşêrin.