Di doza rojnamevanan de biryar hat dayîn ku şahid bînin dadgehê 2021-11-18 15:56:04   STENBOL - Di doza ku nûçegihanê me Sadik Topaloglu û rojnamevan Sadiye Eser tên darizandin de, biryara bi darê zorê anîna “şahidê” ku beşdarî danişînan nebû hat dayîn.   Rûniştina 6'emîn a doza ku nûçegihanê ajansa me Mezopotamyayê Sadik Topaloglu û rojnamevan Sadiye Eser bi îdiaya "endamên rêxistinê ne” tên darizandin hat lidarxistin. Topaloglu tev li rûniştina ku li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çagalayanê hat lidarxistin nebû û parêzera wî Ayşe Acinikli û Sadiye Eser û parêzerê xwe Ozcan Kiliç beşdarî danişînê bûn.    Rojnamevan Eser ku di danişînê de ewil axivî, xwest qedexeya derketina derve ya ku derbarê wê de berdewam dike bê rakirin. Pişt re parêzerê Ozcan Kiliç axivî û got: “Kesê di dosyayê de wek şahid timî ji dadgehê direve. Bi domdarî navnîşan û hejmarên têlefonê diguherîne. Ji ber vê sedemê em dixwazin dev ji guhdarkirina şahid were berdan.”    Kiliç xwest ku sepana kontrola edlî ya li ser Sadiye Eser jî were rakirin.    ÎFADE HATIN PÛÇKIRIN    Pişt re parêzera Topaloglu Ayşe Acinikli jî diyar kir ku teblîxeyên ku ji navnîşanên şahid re hatine şandin lê tevî vê yekê jî ew beşdarî dozê nebûye. Acinikli anî ziman ku kesê ku wek şahid cih girtiye her tim ji dadgehê direve û ji ber vê yekê muwekîlê wî mexdûr bûye û îfadeyên wî bêbingeh in. Acinikli xwest dev ji guhdariya şahid were berdan û wiha got: “Jixwe tiştên di heyama lêpirsînê de gotibû, me hemûyan pûç kir. Di dosyaya bira biraziyê Topaloglu de jî îfadeyên şahid hebûn. Û biraziyê Topaloglu hatiye beraetkirin.    ANÎNA BI DARÊ ZORÊ    Piştî parastina parêzeran, dozger mafê axivî û bi hinceta qedexeya derketina derve ya ku berdewam dike ji ber pîvandî ye û xwest ev sepana qedexeya derketina derve bidome.    Dadgehê bi eşkerekirina biryara xwe biryar da ku daxwaza rakirina qedexeya derketina derve were redkirin. Her wiha dadgehê biryar da ku Ozgur Baran ê ku heta îro beşdarî rûniştina dozê nebû jî bi zorê bînin rûniştina dozê û rûniştinek din taloqî 11’ê çileya 2022’yan kir.