Di doza Baluken û Demîrel de daxwaza pevgihandina dosyeyan hat kirin 2021-11-18 15:04:07   AMED - Parêzeran xwest dosyeya doza derbarê parlamenterên berê yên HDP'ê Îdrîs Baluken û Çağlar Demîrel de bi dosyeya doza li Enqereyê re bibe yek.    Doza ku parlementerên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îdrîs Baluken û Çaglar Demîrel ji ber axaftinên di qedexeyên derketina derve yên li Cizîr, Sûr û Nisêbînê de kiribûn, tişta diqewimî wek “terora dewletê” pênase kirin û berpirsiyar serokkomar û serokwezîr nîşan dabûn tên darizandin, li 12’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê hat lidarxistin.    Çaglar Demîrel ji ber rewşa tenduristiya xwe beşdarî danişînê nebû û ji ber Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) xerabûyî bû Îdraîs Baluken jî beşdarî danişînê nebû. Parêzerên wan Serdar Çelebî û Şeyhmus Bayhan di danişînê de amade bûn.    Dozger di mutalaya xwe de bi îdiaya “heqaret li mezinên dewletê kiriye”, “heqaret li karmendên wezîfedar kirine” û “Miletê tirk, komara Tirkiye û Meclîsa Mezin a Tirkiyê biçûk xistin e” ji 2 salan heta 8 salan Baluken û Demîrel werin cezakirin.    Parêzeran parastina miwekîlên xwe kirin û xwestin dosyeya Baluken û Demîrel bi dosyeya doza wan a li 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ye bibin yek.    Dadger diyar kir ku ew ê di navbera danîşinê de daxwaza parêzeran binirxîne û danişînek din taloqî 16’ê nîsana 2022’yan kir.