Li dijî berdana cerdevanan dest bı çalakiya rûniştinê kirin 2021-11-18 14:55:02   AMED - Zarokên Hamdiye Şik ji ber berdana cerdevanên ku dayîn wan û birayê wan kuştibûn li ber Edliyeya Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.    Di 18'ê tîrmeha 2020'an de li gundê Kagitli yê navçeya Bismil a Amedê, sercerdevan Mahmût Karaaslan bi 5 kurê xwe re êrişî hevjîna xwe ya bi mehra olî Hamdiye Şik (61) û kurê wê Kadîr Karaaslan (26) kiribû û ew kuştibûn. Ji ber vê bûyerê doz li Karaaslan û zarokên wî hatibû vekirin û ji ber kuştina 2 kesan û hewldana kuştina 8 kesan Karaaslan û kurê xwe Sîdar Karaaslan ku ew jî mîna wî cerdevan e hatibûn girtin. Lê beriya çend rojan derketibû holê ku sercerdevan Karaaslan û kurê xwe Sîdar Karaaslan hatine berdan. Hat angaştkirin ku her du jî bi navbeynkariya rêveberên MHP'a Amedê bi 10 hezar TL'yî hatine berdan.    EWLEHIYA CANÊ WAN TUNE YE   Zarokên Hamdiye Şik, bûkên wê yên di bûyerê de birîndar bûbûn û nebiyên wê, li dijî berdana sercerdevan Karaaslan û kurê wî Sîdar Karaaslan, li ber Edliyeya Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Di çalakiyê de dovîzên "Bertîl girtin û kujeran berdan" , "Bi keleşê berî me dan, bertîl dan hatin berdan" û "Ewlehiya canê me tune ye, kujer hatin berdan" hatin hildan. Di çalakiyê de parêzer Neval Taman Polat axivî û pêvajoya hiqûqî ya doza ku derbarê bûyerê de hatibû vekirin kir û got ku bi armanca şermezarkirina berdana sercerdevan Karaaslan û kurê wî Sîdar Karaaslan çalakî dikin.      Keçên Hamdiye Şik, Ceylan Kalkan, Dîlek Gul; bûkên Şik ên di bûyerê de birîndar bûbûn Fatma û Bahar Karaaslan,; xwişkên Şik Şukran Uçdag û Turkan Altûn jî axaftin kirin û gotin ku ewlehiya canê wan nemaye.    WÊ ÇALAKÎ BIDOME   Keça Şik Sevînç Karaaslan, diyar kir ku ew rewşa derketiye holê qebûl nakin û got ku heta edalet pêk were wê çalakiya xwe bidomînin.    'EM EDALETÊ DIXWAZIN'   Xwişka Şik Şukran Uçdag, got ku ew edaletê dixwazin û vê rewşê teqez qebûl nakin û   PIŞTÎ 45 SALAN HATIN KUŞTIN   Xwişka Şik a din Turkan Altûn jî da zanîn ku 45 salan zewaca xwişka wê bi heqaret û mehmeleya xerab derbas bûye û piştî 45 salan ew û kurê xwe hatine kuştin.   'DIBE KU EM CARA DAWÎN BIAXIVIN'   Bûla Şik Bahar Karaaslan ku di bûyerê de birîndar bûbû jî ev tişt gotin: "Mala me û mala kujeran li rex hev e. Ji ber vê bi tu awayî ewlehiya canê me tune ye. Ji ber vê em dixwazin bên girtin. Dibe ku em îro li vir herî dawî biaxivin. Dibe ku îşev gule li mala me bireşînin." Piştre Karaaslan, zarokên ku dema bûyerê li cihê bûyerê bûn nîşan da û qirêka wê têje bû û ev tişt anîn ziman: "Ev zarok hemû mexdûr in. Bila kesek dengê me bibihîze. Lewre em tehemûl nakin. Bila dengê me bibihîzin. Roja bûyerê gule li van hemûyan hatin reşandin. Xwedê wan parast. Heke naxwazin em baweriya xwe ya ji edaletê winda bikin bile tiştek bikin. Li ber çava wan bi pereyan derxistin. pere dan xwarin. Ewqas delîl holê ne, çawa derketin? Ev her dû pê dane kirin. Heke îro edalet pêk neyê, em ê pêk bînin, an em ê bên kuştin an jî em ê bikujin."   Piştî axaftinan ferdên malbatê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Piştî nîv saetî ferdên malbatê çalakiya xwe bi dawî kirin û gotin ku wê çalakiya timik li dar bixin.