Şandeyek ji Îzmîrê serdana Malbata Şenyaşar kir 2021-11-18 14:21:27   RIHA - Xizmên girtiyan ên ji Îzmîrê hatin ber Edliyeya Rihayê û serdana Emîne Şenyaşar kirin. Endamên şandeyê gotin: "Dayika Emîne her tim di hişê me de ye. Êşa wê êşa me ye.”       Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît (Malbata Şenyaşar) a li ber Edliyeya Rihayê di roja 255’emîn de berdewam dike. Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) bi girseyî serdana malbata Şenyaşar kir. Li gel komeleyê Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê û Tevgera Jinên Azad (TJA) jî çûn serdana malbatê.    Malbatê bi dowîza “Em tenê edaletê dixwazin” şandeya ji Îzmîrê hat pêşwazî kir.    Dayika Aştiyê Hanîfe Gumuş di serdanê de axivî û got: “Em edaletê dixwazin, lê li vî welatî edalet tune. Eger edalet hebûya dê ev dayik 8 meh li vir li benda edaletê nemaya. Îro em jî hatin piştevaniyê dayê û beşdarî nobeta wê bûn. Em êşa dayikê parve dikin. Ew dayika me hemûyan e. Ew her tim di hişê me de ye, êşa wê êşa me ye. Dixwaze kurê wî bê berdan, em jî dixwazin zarokên me bên berdan."   ‘LI TIRKIYÊ DEMOKRASÎ NÎNE’    Dayika Aştiyê Narenciye Acar jî diyar kir ku edalet nemaye û got: “Êdî bes e. 3 kes hatin kuştin, lê kujer li derve ne. Dibêjin em bira ne, heger em bira bin kujeran bigirin. Em qet nebûn bira. Kurd li hemberî zextan serî natewînin."   Dayika girtî Xanim Sever jî diyar kir ku ew ê bi malbata Şenyaşar re bibin yek û got: “Me kuştin, em mirin lê me edalet nedît. Dayik li hemberî hemû şert û mercên zehmet nêzî salekê ye li vir li ber xwe dide. Li Tirkiyeyê demokrasî nîne. Divê kes behsa demokrasiyê neke. Çi bikin bila bikin, em kurd in.”    ‘EM BÊEDALETIYÊ QEBÛL NAKIN’    Fatma Surme ya ku du lawên wê girtî ne jî destnîşan kir ku edalet tune ye û wiha got: “Bi bikaranîna olê zilmê li kurdan dikin. Ti eleqeya wan bi olê re nîne. Hem li derve û hem jî li girtîgehan zilmê li kurdan dikin. Ma ev edalet e? Em kurd in, rastiya me eve e. Em vê neheqiyê qebûl nakin.”   Emîne Şenyaşar jî tiştên ku di roja komkujiyê de û piştî wê hatine serê wan ji şandeyê re vegot û destnîşan kir ku ew ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin.    Şande kêliyek li gel malbatê Nobeta Edaletê girt û pişt re ji cihê çalakiyê veqetiyan.