DEDAŞ 3 roj in ceyranê nade gundiyan 2021-11-18 13:08:23   ŞIRNEX - Li gundê Sevadiyê yê navçeya Basayê, DEDAŞ 3 roj in ceyranê nade gundiyan.    Li gundê Sevadiyê yê bajaroka Findikê ya navçeya Basa ya Şirnexê, 3 roj in ceyran tune ye. Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAS) 3 roj beriya niha çûbû gund û xwestibû ku saetan bi dîrekan ve girê bide. Lê gel bertek nîşanî vê hewldana xebatkarên DEDAŞ'ê dabû. Piştre di navbera xebatkarên DEDAŞ'ê û gel de alozï derketibû. Piştî aloziyê leşker li gund hatibûn bicihkirin.    ÇEKÊN GEL DESTESERKIRIN   Her wiha ji aliyê çavkaniyên herêmê ve hat ragihandin ku leşkeran çekên çend cerdevanên gund ji ber ku mudaxeleyî gel nekirine, bi awayekî demkî desteser kirine.   Ji bo ku ceyrana gund bê berdan DEDAŞ'ê weke şert daniya pêşiya gundiyan ku divê destûr bidin saetan bi dîrekan ve bikin.