'Kurdistan heqîqetek e wê tim hebe' 2021-11-18 09:20:23 AMED - Parlementerê HDP'ê Mûrat Sarisaç got: "Kurdistan heqîqetek e. Tim hebû û dê tim hebe." Platforma Ziman û MED-DER'ê jî bang li her kesî kirin ku li dijî van zext û zoriyan xwedî li ziman û çanda xwe derkevin.  Li Sêrtê Cemîl Taşkesenê ku ji Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ'yê Meral Akşenerê re got "Ev der Kurdistan e" hatibû binçavkirin û paşê hatibû berdan û derbarê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Piştî vê Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar jî daxilî vê nîqaşê bû û got, "Bi navê Kurdistanê erdnîgariyek tune ye." Ji xeynî van nîqaşan zext û zoriyên li ser kurdî jî zêde bûn. Herî dawî Şaredariya AKP'î ya Keçîorenê jî bi hinceta "stranên kurdî" konsera hunermedn Mem Ararat betal kir û Qeymeqamtiya Fatîhê jî stand up a bi navê "Dawiya Dawî" ku dê li Dika Hunerên Ciwankariyê ya Sû'yê bihata lidarxistin bbetal kir.    ‘KURDISTAN BI ÎNKARKIRINÊ TUNE NABE'   Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, bibîr xist ku Serokkomarê AKP'î Tayyip Erdogan berê peyva Kurdistanê bi kar aniye û her wiha serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû jî ev peyv bi kar aniye û got: "Navê erdnîgariya kurdan Kurdistan e. Bi înkarkirina wan re Kurdistan tune nabe."    ZIMAN BINGEHA GEL E   Cizîrî, biryara qedexekirina ji bo konsera Mem Ararat jî şermezar kir û got: "Ma TRT Kurdî bi salan e stranên kurdî lênaxe?" Cizîr, destnîşan kir ku divê gel li her derî li dijî van zext û zoriyan xwedî li zimanê xwe û çanda xwe derkeve û got: "Ziman bingeha gel e. Gava zimanê we ji dest biçe, êdî hûn ê ne gel bin."    ARMANC QEDEXEKIRIN E   Rêvebirê Komeleya Lêkolînan a Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Rêzan Aktûm jî destnîşan kir ku armanca sereke ya dewletê qedexekirina ziman û çanda kurdî ye û hewl dide bi vî awayî îqtidara xwe biparêze. Aktûm got: "Dewlet hêza xwe ji ferasetên înkarkirinê û qedexeker digire. Em jî li dijî van ferasetên înkarkirinê û qedexeker bibin yek û bitêkoşin. Em kurd bi kurdî biaxivin, bi kurdî bifikirin û bi kurdî binivîsin. Ancax em bi vî awayî karibin van polîtîkayan pûç bikin."   TIM HEBÛ DÊ TIM HEBE   Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Mûrat Sarisaç jî got: "Ger îro ro dabeşkirinek hebe sebebê vê ne Kurdistan e. Sedema vê kesên civakekê înkar dikin bi xwe ne. Pêdivî bi nîqaşkirina Kurdistanê tune ye. Kurdistan heqîqetek e. Kurdistan dê ne bi naskirina Erdogan bi naskirina yên beriya Erdogan ne jî bi naskirina Mûstafa Kemal dê rewa nebe an jî neyê rewakirin. Ji lew re Kurdistan tim rewa ye. Kurdistan erdnîgariyeke bi deh hezaran salan e heye û yên lê dijîn jî kurd in. Ev heqîqet tim hebû, dê tim jî hebe."    Sarisaç, destnîşan kir ku tu kurd ne dev ji bîra xwe ne dev ji nirxên xwe û ne jî dev ji ziman, nasnameya xwe û Kurdistanê bernade.    MA / Eylem Akdag - Mehmet Guleş