Mîrza Ronî: Divê em li ber qedexeyên li ser kurdî rabin 2021-11-18 09:18:46 ŞIRNEX - Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Mîrza Ronî, bal kişand ser zextên li ser kurdî û diyar kir ku ji bo astengî li ber wan neyên danîn divê ew li ber zext û zoriyên li ser ziman rabin.  Zextên li ser ziman û wêjeya kurdî bi awayekî sîstematîk didomin. Herî dawî ji ber kudî konsera Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) û konsera hunermend a Mem Ararat hatin betalkirin.    Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Mîrza Ronî, bal kişand ser zex û qedexeyên di vî warî de û destnîşan kir ku ziman hebûna gel e.    ‘HEBÛNA GEL E'   Ronî, destnîşan kir ku gelê kurd civateke pîroz a Mezopotamyayê ye û xwedî çand û dîrokeke kevnar e. Ronî, bilêv kir ku têkoşîna vî gelê qedîm a ji bo çand û zimanê xwe têkoşîna hebûnê ye û dewlet jî bi sedan sal e bi qanûnên xwe yên hişk û tekparêz hewl dide hebûna kurdan qedexe bike. Ronî, bilêv kir ku di têkoşîna gelê kurd a ji bo mafên xwe yên mirovî de dewlet ewilî êrişê dibe ser kurdî û got: "Ji lew re ziman hebûna gel e. Lewma ewilî êrişê dibe ser zimanê kurdî û dixwaze wî tune bike."    ‘ŞERMEKE MEZIN E'   Ronî, destnîşan kir ku di qanûnên dewletê de jî kurdî nayê hesibandin û axaftina xwe wiha domand: "Li girtîgehan, li edliyeyan û li hemû saziyên fermî kurdî qedexe ye. Berê li gelek deveran figotin 'zimanekî nenasbar' qedexe dikirin. Kurdan bi têkoşîneke mezin ev ziman bi wan da qebûlkirin. Lê niha jî li edliyeyan dibêje 'ez nizanim, bila wergêr were.' Ji bo mirov doza werger nekin jî bedêleke mezin a aborî didin ber wan. Di sedsala 21'ê de li vî welatî mirov ji bo parastina xwe bi zimanê xwe bikin pereyan didin. Ev şermeke pir mezin e."    Ronî, anî ziman ku gava dilê îqtidarê bixwaze kurdî bi kar tîne, lê nahêle kesên serî li ber natewînin bi kar bînin.    BANGAWAZÎ   Ronî, bal kişand ser qedexekirina konserên NÇM'ê û hunermend Mem Ararat û bang li her kesî kir ku xwedî li van konseran derkevin û got: "Niha xwedîderketina me ya li ziman qels e. Erê xwedîderketin heye, lê ev ne bes e. Divê kes nebêje 'zimanê min qedexe ye nikarim xwedî lê derkevim' û divê kes nebêje 'ez bi vî zimanî nizanim, nikaribim biaxivim û binivîsim.' Divê her kes li ber biryara qedexekirina konseran rabe. Divê em li ber qedexeyên li ser qenalên me, sazî û dezgehên me rabin. Divê em li ber van astengî û qedexeyan rabin ku kes nikaribe sînoran deyne ber me."    MA / Omer Akin