Nobeda Edaletê di roja duyemîn de ye: Em ji girtiyan re bibin hêvî 2021-11-17 18:17:55   AMED - Malbatên girtiyên nexweş ji bo zarokên wan ên nexweş bên berdan û daxwazên wan pêk bên, çalakiya xwe ya “Nobeda Edaletê” ya li Baroya Amedê berdewam dikin.   Malbatên girtiyên nexweş ji bo zarokên wan ên nexweş bêne berdan û daxwazên wan pêk bê, çalakiya xwe ya “Nobeda Edaletê” di roj 2’emîn de li Baroya Amedê berdewam dikin.     Îro dîsa Hevjîna Siddik Guler ê li Girtîgeha Îskenderûnê Hasine Guler, Dayika Ahmet Kolakolan ê li Girtigeha Hêjmar 2 a Bandirmayê Fevziye Kolakan, Bavê Ciwan Boltan ê li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê Hakki Botan, xwişka Abdulselam Guler ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî, Încî Guler amade bûn. Di çalakiyê de Hevjîna Siddik Guler ê 83 salî yê li Girtîgeha Îskenderûnê girtî, Hasine Guler a 73 salî axivî. Guler, anî ziman ku malbat ji bo zarokên wan ên nexweş serbest bên berdan vê çalakiyê li dar dixin û wiha got: “Em dixwazin bibin dengê zarokên xwe û girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan şewitiye bên berdan. Hevjînê min 26 sal in girtî ye û girtiyê nexweş e.”      ‘EM NAXWAZIN CENAZE JI GIRTÎGEHAN DERKEVIN'   Dayika Ahmet Kolakan Fevziye Kolakan (71) jî anî ziman ku kurê wê 28 sal in girtî ye û wiha got: “Ji bo mafên girtiyan me Nobeta Edaletê daye destpêkirin. Em 4 malbat hewl didin dengê girtiyan bînin ziman.Em bang li malbatên din dikin ku bêne tev li çalakiyê bibin. Em bi hevre têbikoşin. Binerin ez bi vî temenê xwe hatime ji bo kurê xwe yê nexweş li vir im. Berê ez dikaribûm biçim her derê. Lê niha nikarim biçim tu deveran. Ez bimirim jî ezê ji bo kurê xwe her tiştî bikim. Em dixwazin malbatên me jî bêne cem me û em bi hevre dengê xwe bilind bikin.”   Xwişka Abdulselam Guler Încî Guler jî anî zimn ku ji bo balê bikişînin ser bêedaletiyê vê çalakiyê li dar dixin û wiha got: “Birayê min nexweşê dil û tansiyonê ye. Jiyana birayê min girêdayî nefesekê ye. Em ê her tim ji bo girtiyên nexweş bibin deng. Em dixwazin malbatên me yên din jî tev li vî dengî û vê têkoşînê bibin."    Malbatan îro jî bi rêveberiya baroyê re hevdîtin kir û xwest baro ji bo daxwazên wan têbikoşe. Rêveberên baroyê jî piştî li malbatan guhdar kirin, anîn ziman ku ji bo bibin bersîva daxwazên wan dê di demek nêzîk de têkevin nava têkoşînê.