Li Şirnexê hejmara binçavkiriyan derket 27'an 2021-11-17 15:42:35   ŞIRNEX - Hejmara kesên ku li Şirnex û navçeyên wê hatin binçavkirin derket 27an.   Hejmara kesên ku di saetên serê sibehê de li navenda Şirnexê û navçeyên wê Cizîr û Silopiyayê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin derket 27an.   Navê kesên ku sedemê binçavkirina wan nehat zanîn wiha ne: "Îdrîs Denîz, Îbrahim Kartal, Fahrettin Adıguzel,Muaz Îke, Îslam Îke,Reşît Salgucak,Mustafa Anak, Siddik Kılınç, Feyzî Yilmaz, Nezîr Yilmaz, Îsa Yılmaz, Mahmut Ataman,Temer Ulug,Enes Kûlter,Emîn Îbren,Mustafa Uysal,Sûleyman Goren, Besîm Katar, Hazim Kayaalp, Osman Kunur,Abdullah Eren,Sûleyman Onuk, Osman Coşkun, Îbrahîm Cavlak, Hasan Atak, Şukru Atak û Ahmet Atak    Tê gumankirin ku hejmara kesên hatine binçavkirin zêdetir bibe.