HDP'ê giliya reveberê berê yê MÎT'ê Eymûr kir 2021-11-17 14:19:43   ENQERE - HDP'ê, giliya rêveberê berê yê MÎT'ê Mehmet Eymur îşkenceyên kiribûn îtîraf kiribû, kir.   Serokê berê yê Daîreya Kontrterorê ya MÎT'ê Mehmet Eymur, beriya çendekî ji T24’ê re axivî û îşeknceyên ku kiribûn îttîraf kiribû û gotibû ji ber îşekenceyên ku kirine ne poşman e. Li ser van îtîafan Komîsyona Hiqûqê û Mafê Mirovan a HDP'ê serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqerê da û giliya Eymur kir. HDP'ê di daxwaznameya xwe ya gilîkirinê de daxwaz kir ku derbarê Eymur de lêkolîneke baş bê kirin û kesên pê re tevgeriyan bên tespîtkirin û darizandin.