Girtiyê nexweş Ozkan nikare ji nav nivînan rabe 2021-11-17 12:14:52   AMED - Keça girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan, Selma Ozkan diyar kir ku bavê wê êdî nikare ji nav nivînan rabe, nikare derkeve telefonê û bi gotina “Sibê dibe ji bo wî pir dereng be” banga hestiyariyê kir.    Rewşa tenduristiyê ya Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ku 26 sal in girtî ye û ji ber kuştina Fermandarê Herêmê yê Cendermeyan ê Navçeya Licê ya Amedê Tûggeneral Bahtiyar Aydin tê sûcdarkirin, her roja diçe giran dibe. Ozkan niha di Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê de dimîne û nexweşiyên guatr, nexweşîna roviyan, qelb, tansiyona zêde, alzheimer jî di nav de gelek nexweşîn lê peyda bûne. Ozkan, heya niha 5 caran qeyrana dil derbas kiriye û 4 caran jî anjiyo bûye. Hemû serlêdanên têkildarî berdana Ozkan bi erênî encam girtin. Lawê Ozkan ê nikare pêdiviyên xwe yên bingehîn dabîn bike, Ahmet Ozkan lê dinêre.    NIKARE JI NAV NIVÎNAN RABE   Keça girtiya nexweş Ozkan, Selma Ozkan anî ziman ku rewşa tenduristiyê ya bavê wê di vê qonaxê de gelekî nebaş bûye û ew êdî nikare derkeve telefonê jî bike. Ozkan bi lêv kir ku ew di axaftina bi telefonê ya bi birayê xwe Ahmet Ozkan re hînî vê rewşê bûne û wiha got: “Ji xwe bi kursiya teker dikarî derkeve lê niha em hîn bûn ku ketiye nav nivînan. Birayê min got bavê min ev sê roj in nikare ji nav nivînan derkeve. Ew êdî nikare li ser nivînên xwe yan jî li ser kursîyeyê jî rûne, ew niha wekî robotekî bûye. Dema ku birayê min telefon kir, qirika wî tejî bûbû, nikarîbû biaxive. Ji me re got ku bavê min êdî ne baş e.”   DIBE KU SIBÊ BIBE DERENG   Ozkan, da zanîn ku êdî dermankirina bavê wê di girtîgehê de ne pêkan e û wiha berdewam kir: “Em dibêjin divê wî bibin nexweşxaneyê, lê bawer bikin ku nexweşxane jî tu feydeyî nade wî. Ji xwe dermanên janê birînê û serûman nadin wî, bijîşk qedexe kiriye. Li girtîgehê ji bo dil, rovî, tansiyon, gurçik û hiş dikare pênc dermanên cuda bixwe û guhên wî nema dikarin bibihîzin. Êdî nikarin wî bibin nexweşxaneyê ji ber ku nikarin serûmê bidin an jî derziyekê lê bidin. Dibe ku sibe ji bo wî pir dereng be.”   WÊ DERÎ BI DERÎ EDALETÊ BIGERIN   Ozkan, qala Nobeta Edaletê ku ji bo girtiyên nexweş, bi xizmên girtiyên nexweş ên din re li Baroya Amedê dane destpêkirin kir û diyar kir ku yekane daxwaza wan ewe ku dengê girtîgehan were bihîstin û daxwaza wan a edaletê were bi cih. Ozkan, destnîşan kir ku êdî ji bo girtiyan tiştekî bikin nemaye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bila nexweşên me berdin. Em naxwazin cenaze ji girtîgehê derkevin û dixwazin demildest ew werin berdan. Ji bo ku ev pirsgirêk were çareserkirin, deriyek li ku derê hebe em ê biçin. Hewce bibe em ê derî bi derî bigerin.”   MA / Ergîn Çağlar