Nûçegîhanê me Karataş beraet kir 2021-11-17 11:58:52   ERZIROM - Nûçegîhanê me Dîndar Karataş, di doza ku bi angaşta "endamtiya rêxistinê" dihat darizandin de beraet kir.    Darizandina nûçegîhanê me Dîndar Karataş li 3'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Erziromê berdewam kir. Roja danişînê duh bû, lê ji ber ku heyeta dadgehê hincet ragihand û danişîn taloqî îro bû. Karataş, bi rêya SEGBÎS'ê li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê tevlî danişînê bû û parêzerê wî Îrfan Sari jî li eywanê amade bû. Parêzer Erselan Aktan jî bi rêya SEGBÎS'ê ji 22'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê tevlî danişînê bû.     'LI ŞÛNA ÎŞKENCEKARAN EZ TÊM DARIZANDIN'   Di danişînê de Karataş li dijî mutalaaya ku di danişîna beriya niha de hatibû xwendin parastina xwe kir û da zanîn ku sûcdariyên lê tên kirin ji nûçeyan çêkirine pêk tên û ev tişt got: "Hincetên di mutalaayê de ji nûçeyên min p^ke tên. Nayê qebûlkirin ku ev nûçe weke hêmanên sûc bên hesibandin. Di nav bi sedan nûçeyan de 2 nûçe hatine hilbijartin û weke sûc derdikevin pêşiya min. Îşkenceya ku li mirovên Tûtaxê hatiye kirin di raporên nexweşxaneyê de cih digire lê şûna kesên îşkence kirine ez têm darizandin. Her wiha nûçeyên min ên têkildarî girtîgehan jî di dosyayê de hene. Ez bixwe jî di girtîgehê de mame. Tiştên di nûçeyê de zêdetir li girtîgehê hene. Ev weke sûc tê hesibandin. Li vir xebata min a ajansekî weke xebata rêxistinê tê nîşandan. Ev ajans ajanseke fermî ye û hê jî li wir dixebitim."   PARASTINA PARÊZERAN   Piştî Karataş parêzerên Karataş jî parastina wî kirin û destnîşan kirin ku ji bilî nûçeyan tiştek di dosyaya muwelîlê wan de tuneye û daxwaza beraetê ya muwekîlê xwe kirin.    BIRYRA BERAETÊ   Piştî parastinên hatin kirin heyeta dadgehe qanih bû ku delîlên têrker tunene û derbarê Karataş de beraet kir.