Gelo wê Tirkiye êrişî kurdên Sûriyê bike? 2021-11-17 11:40:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevanê Amerîkî Adam Lammon dibêje dibe ku Enqere dest ji êrişeke nû berde, da ku rewşa xwe ya niha li Sûrîyê bidomîne. Nûçegihanê Rojhilata Navîn ê kovara The National Interest Adam Lammon li ser gefên Tirkiyê yên li ser Kurdên Sûriyê nivîsî. Lammon difikire ku êrişeke muhtemel dê di siyaseta navxweyî de sûdê bide rêveberiya Enqereyê, Lammon diyar dike ku kabîneya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ê AKP’yî ji bo ku pozîsyona xwe ya li Sûriyeyê winda neke, dibe ku dev ji êrişa muhtemel berde.    DIBE KU ERDOGAN JI RAGEIŞIYÊ DÛR BISEKINE JΠ   Edîtorê kovara The National Interest Adam Lammon ku li Amerîkayê tê weşandin, helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî herêma Rojava Kurdistanê analîz dike. Lammon di nivîsa xwe ya bi sernavê "Gelo Tirkiye dê êrişî Kurdên Sûriyeyê bike?" wiha dibêje: “Li herêmê rageşî zêde be jî, dibe ku pêşî li pevçûneke muhtemel were girtin. Êrişeke nû ya leşkerî ya li Sûriyeyê dibe ku Erdogan ji pirsgirêkên siyaseta navxweyî û aborî yên ku ew tê de dijîn rehet bike. Mîna Operasyona Mertalê Firatê ya ku piştî hewldana derbeyê ya Tîrmeha 2016’an hat destpêkirin. Vê operasyonê alîkariya Erdogan kir ku li hundir û derve pozîsyona xwe xurt bike. Di vê demê de Erdogan rêveberiya Idlib, Efrîn û gelek bajarên din ên bakurê rojhilatê Sûriyê di destê Erdogan de ye. Her weha dibe ku ew tercîh bike ku ji tengezariyek nû dûr bimîne.”   BI KÊFXWEŞÎ ÇÛ CEM BIDEN LÊ VALA VEGERIYA    Adem Lammon li ser hin gotinên Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî jî diyar dike ku Erdogan bêyî erêkirina Rûsya û Amerîkayê dê nikaribe destwerdanek leşkerî bike. Rojnamevanê Amerîkî anî ziman ku Erdogan di 31'ê Cotmehê de bi hêviya "erêkirina êrişê" bi Joe Biden re hevdîtin kiriye, bi biryara ku Meclîsê ji tezkereye re ango operasyona derveyî sînor re erê kiribû derket pêşberî Biden, lê 'encama ku li bendê bû' bi dest nexist. Lammon wiha dewam dike: “Hîn ne diyar e Erdogan çiqas guh bide hişyariya 'Gavên bilez dê zirarê bide têkiliyên Amerîka û Tirkiyê'… Rayedarên Tirkiyê ji aliyekî ve difikirin ku rejîma Sûriyê dê serî li çareseriyeke leşkerî nede, ji aliyê din ve Erdogan û Wezîrê Derve Mewlûd Çavuşoglu, eger Rûsya û Amerîka li ser sozên xwe cih bigrin û got, eger xwe negirin yan jî berpirsyariya êrişa li bakurê rojhilatê Sûriyê negirin ser xwe, dê destwerdanê bikin. Tirkiye ji bo ku ji qeyrana penaberan derkeve gelek caran serî li piştgiriya Ewropayê dide. Li gorî Enqerê, divê Rojava ji ber destwerdana Tirkiyê ya li Sûriyê, li şûna rexnekirina wê û sepandina cezayan, spasiya Tirkiyê bike. Ji ber ku Enqere difikire ku leşkerên Tirk li bakurê rojhilatê Sûriyê rê li ber rejîma Esad, Rûsya û Îranê digirin.”   DIBE KU RÛSYA ÇAVÊ XWE JI BO ÊRIŞEK MUHTEMEL BIGIRE    Rojnamevan Adam Lammon destnîşan dike ku eger Amerîka û Ewropa li ser "fikarên" Erdogan ên li Sûriyê nesekinin û pêşniyarekê nekin, rêveberiya Enqereyê yan dikare serî li Rûsyayê bide yan jî bi serê xwe wek alternatîf tevbigere. Lammon da zanîn ku têkiliyên Rûsya û Tirkiyê li gorî sala 2019’an guherî ne û di heyama dawî de her du alî xuya dikin ku li hember hev in, Lammon di vî derbarî de jî wiha dibêje: “Li gorî nirxandinên rojnamevanê Sûriyeyî Îbrahîm Hemîdî, Rûsya heta niha ji bo berjewendiyên xwe yên herêmî û siyasî çavên xwe ji destwerdanên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê re girtiye û dibe ku dîsa çavên xwe ji êrişeke muhtemel re bigire. Gelo Moskova bi rastî wê ronahiya destwerdana Erdogan ji bo êrişeke nû ji bo paqijkirina Idlibê ji terorîstan û kontrolkirina rêya M4 bide? Em ê bibînin..."   MA / Îsmet Konak